Pêngav bi dirûşmeya “Ji Bo Edalet û Azadî – Tû jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” îro (17’yê Tîrmehê) destpê kir û wê heta 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, berdewam bike.
Daxuyanî bi amdaebûna endamên TAJÊ li çerxeriya Mam Zekî a li bajarokê Sinûnê ji aliyê Berdevka Komîteya Têkiliyên derve a TAJÊ’ê Rîham Hiço ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên Fermana 3’yê Tebaxê hatine bibîranîn û wiha dewam kir: ”Di 03.Tebaxa 2014´an de DAIŞ’ê li dijî civaka me qirkirina fîzîkî û çandî pêk anî. Fermana ku li ser civakê dan destpêkirin, di bingeh de fermaneke armanckirî û pergalî li dijî jinên Êzidî bû. Di şexsê jinê de xwestin bi Fermana 74´an civaka me li ser rûyê erdê tune bikin.
Bi nêzîkbûna salvegera fermanê, ku 12 salên xwe temam dike, em hemû cangorî û qurbanîyên fermanê bibîrtînin, careke din êş û birînên civaka xwe parve dikin.
Di dîroka civaka me de ew roj weke Jenosîd û Femînîsîda li dijî mirovahiyê hat nivîsandin. Di sedsala 21´e mîn de ev sucê qirkirinê yê li dijî civaka me hat kirin, di esasê xwede suceke li dijî nirxên mirovahiyê, li dijî hebûn, çand, nasname û pîroziyên gelekî bûn. Li dijî çanda dayikxwaz sûceke giran bû ku, hîna jî li benda hesab xwestinê ye. Di vê Jenosîd û Femînîsdê bi hezaran kes hatin kuştin, revandin û li bazaran hatin firotin. Mirovên me yê ji fermanê rizgar bûne jî, bi deh hezaran ji mal û cih warê xwe hatin derxistin, Bi hezeran jin-keç û zarok hatin revandin, kirin kole, bidestdirêjî, tûndiya derûnî û fîzîkî re rû bi rû man.
Heta niha 19 welatan, gelek sazî û rexistinên navnetewî fermana li dijî civaka me, weke jenosîd fermî nas kirine lê ev naskirin bes nîne. Ev femînîsîd û jenosîd, heta nuha bi gelek şêwazên pergalî li dijî civaka me berdewam e. Gelek aliyên siyasî û hevkarên vê sûcê giran bi zanebûn armanc dikin ku rastiya fermanê tarî bikin û sûcên hatine kirin bidin jibîrkirin. Ev hewldan li ser her ferdeke civaka me bi rêbazên taybet û zirav tê ferzkirin.
Bi taybetî li dijî jinên heta niha rizgar bûne siyaseteke pir qirêj tê meşandin. Tevî ku 12 sal di ser fermanê re derbas dibin jî, lê hîna 2.700 mirovên me û bi taybetî jinên Êzidî winda ne. Ronîkirina çarenûsa 2.700 mirovên me, wê çarenûsa civaka me jî diyar bike. Ev windahî tenê hejmar nînin, ev jiyan, bîranîn û çarenûsa jinên Êzidî ye ku, heta niha bê agahî ma ne. Malbatên van dîlgirtiyan bi salane di nav êş, bêhêvîtî û bendewariyê de dijîn. Malbatên me yên her roj bi hêviya agahiyeke nû radibin, pir caran rastî bêdengkirinê tên. Li gelek welatên Ewropayê jî, malbatên xwedî kesên winda hene, ji piştgiriya pêwîst a qanûnî, derûnî û civakî bêpar in. Ev rewş êşa wan kêm nake berovajî zêdetir kûr dike.
Çawa ku 12 salin em li dîlgirtiyên fermanê dipirsin, ji bo rakirina gorên komî hesab dixwezin, em dîsa dibêjin heta yek windahiyê me û goreke komî li erdê be, em ê ji sûcdarên fermanê hesab bipirsin û li hemberî vê sûcê mirovahiyê bêndeng nebin.
Bi vê berpirsyariyê em weke TAJÊ, SMJÊ û hemû sazî û rêxistinên jinên Êzidî bi rasthatina 12’e mîn salvegera a fermanê ji bo jin-zarok û mirovên me yê winda pêngava bi dirûşmeya:
“Ji Bo Edalet û Azadî – Tû jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” dest pê dikin. Ev pêngav ji 17’ê Tîrmehê destpê dike û heta roja tekoşîna li dijî tûndiya li ser jinê roja 25’ê Mijdarê wê berdewam bike.
Di salvegera 12’emîn a fermanê de destpêkirina pêngaveke wiha em jibona xwe hem erk dibînin û hem biryardariya xwe ya hesab xwestinê tînin ziman. Ev pêngav hilbijartineke bi zanebûne û ji botevahî jinên ku li dijî bêmafî û sûcên qirkirinê têdikoşin bandgeke. Ji ber ku di fermanê de jin, zarok û dayîkên me êşên mezin jiyan kirin. Yên ku heta niha jî winda ne piraniya wan jin û zarokin.
Armanca vê pêngavê; em di raya giştî ya cîhanî de vê rewşa giran ku civaka me li benda çareseriya wê ye berbiçav bikin û ji bo çarenûsa wan kesên winda tekoşîneke hiqûqî ya hevpar bidin meşandin. Dîsa ji bona em siyaseta li dijî kesên rizgar bûne tê meşandin vala derxînin û kiryarên Şengalê ji Êzidiyan vala bikin tehşîr bikin dest bi vê pêngavê dikin.
Bîranîna jenosîdê tenê bi daxûyanî anîna ser ziman nayê parastin. Ew bi berpirsiyarî û bi xebatên şênber tê parastin. Divê sûçdar bên darizandin û hesab ji wan bê xwestin. Ger cîhan li hemberî vê sûcê giran bêdeng bimîne, wê ev sûc û kiryar li ser tevahî jinên cîhanê rewa bê dîtin. Îro jî di encama şeran de jin û civak bi xeteriya qirkirinê re rûberû ne. Em dibêjin yek jin jî, divê rastî van hovîtiyên dijmirovî neyê.
Heta ku hemû jinên winda neyên dîtin û aqûbeta 2.700 mirovên me neyên eşkerekirin û heta ku edalet neyê bicihanîn, wê têkoşîna me berdewam bike.
Li ser vê bingehê em bang li sazî û rêxistinên jinan ên cîhanî dikin, bang li Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, li hemû dewletên ku ferman weke jenosîd naskirine, rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan, sazîyên çapemenî û ragihandinê û hemû kesên bi mafê wekhevî û demokrasiyê bawerin dikin, guh bidin vê pêngavê û erkên xwe yên mirovî bicih bînin.
Sazî û Rêxistinên Jinên Êzidî
-Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ)
-Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî-Almanya (SMJÊ)
-Yekîtiya Jinên Êzidî- Sûriye (YJÊS)
-Jinên Êzidî Rûsya
-Jinên Êzidî Ermenistan
17.07.2026
Ji bo agahiyên berfireh/piştevaniya vê kampanyayê hûn dikarin têkilî bi rêya E-nameyê bi me re daynin: taje4women@smje .de