Bi pêşengtiya Konfedarasyona Sedîkayên Karkerên Giştî (KESK) û rêxistinên ked û demokrasiyê, ji bo kesên ku bi biryarên KHKan ji kar hatine dûrxistin li ber Wezareta Dadê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê Kamuran Tanhan û Memhmet Ruştu Tiryakî û endamên û nûnerên rêxistinên kedê, partiyên siyasî, saziyên sivil ên civakî tevlî daxuyaniyên bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em karên xwe dixwazin, di nobeda edalete de ne” dinivîsî hat rakirin. Girse bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana kedkaran” û “KHK wê biçe û em ê li vir bin” berz kirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê hHevserokê KESKê Ahmet Karagoz ve hat xwendin.
Ahmet Karagoz bi bîr xist ku di 10 salên dawî desthilatê li dijî hêzên ked û demokrasiyê gelek neheqî kirine û wiha got:” Em îro ne bi tenê ji bo kesên ji kar hartine dûrxistin li vir in. Ji bo hiqûq, dadmendî, demokrasî, ewlehiya kar, mafê xebatê û ji bo pêşeroja hevpar dest bi vê nobede dikin. Ji ber ku li vî welatî bi hezaran kes ji ber sûcên nekirinê tên cezakirin. Em wek KESKê her tim li hemberî darbeyan bûn. Piştî hewla darbeya 15ê Tirmehê desthilat hemû kesên ku ji xwe re muxalîf dît ji xwe re kir hedef. Ji dema OHALê de 36 KHK hatin derxistin. Bi van biryaran re zêdetirî 162 hezar kes ji karên xwe hatin dûrxistin. Di nav van de 4 hezar û 259 kes endamên KESKê bûn. Ev kesan ji ber çi ji kar hatin dûrxistin. Wan aştî û demokrasî dixwest. Perwedehiya zimanê zikmakî dixwest. Tiştên kirine hinceta sûcan di bin mîsogeriya Makeqanûnê de ne. Di vê pêvajoyê de hevserokên partiyên siyasî hatin girtin.”
Ahmet Karagoz diyar kir ku kesên ku ji kar hatine dûrxistin bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane û wiha domand:” Kesên ku ji kar hatine dûrxistin ji neçarî di karên bêewlehî de dixebitin. Hin kes ji welat dûr ketin. Hin kes malên van bi destê van de çûn. Hin sûc hatin hilberandin û ji bo yên ku ji kar hatin dûrxistin re gotin bila herin ‘kokê daran bixwin’. Ev mijara tenê yên ku ji kar hatine dûrxistin nîne. Ev mijar mijara mezinkirina hiqûqê ye. Yên ku îro bêdeng dimînin dê sibê rastî bêhiqûqiye bên. Îro pêvajoyeke nû despê kiriye. Di vê pêvajoyê de qala demokrasiyê tê kirin. Eger dilsoziya vê pêvajoyê hebe divê biryarên KHK werin betalkirin. Ji bo aştiya civakî pêk were divê hesabên neheqiyên dema borî hatiye kirin were pirsîn. Em li vir bang dikin ku divê ev neheqî êdî dawî bibe. Divê yên ji kar hatine dûrxistin cardin vegerin ser karên xwe.”
Piştî daxuyaniyê girse xwest li wir dest bi çalakiya rûniştinê bike. Polîsan nehişt û gotin ku li ber avahiya KESKê nobeda rûniştinê bikin. Girse ji Parka Guvenê heta ber avahiya KESKê ya li navçeya Çankayayê ya Enqereyê meşiyan. Polîsan li ber avahiyê êrişî girseyê kirin. Girse bi kolanê belav bû û gelek kes ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.