Gelek êriş li Başûrê Kurdistanê hate kirin

Serê sibehê li hemberî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Hewlêr û Silêmaniyeyê bi droneyan êriş hatin kirin. Li Helebceyê jî dengê teqînan hate bihîstin.

Şerê navbera Îran-DYE/Îsraîlê jinûve gur bû. Îran weke bersiva li êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) êrişî welatên Kendavê û Başûrê Kurdistanê dike.

Vê sibehê bi zêdetirî bi 5 drone û fuzeyan êriş li Hewlêrê hate kirin, lê êriş ji aliyê sîstema parastina hewayê ve hate têkbirin. Heta niha ti ziyanek madî û canî nehatiye ragihandin.

Li gorî agahiyan, serê sibehê dengê teqînan li sînorê parêzgeha Helebceyê hate bihîstin. Sedema wê bi fermî nehate eşkerekirin, lê tê gotin encama êrişa bi droneyê bû.

Her wiha danê sibehê bi droneyan êrişî ser baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li sînorê Rizguwêz a Silêmaniyê hate kirin û şewat derket. Lê derbarê ziyanên madî û canî de ti agahî nehatine belavkirin.