Parlamentoya Îsraîlê hate fesixkirin: 27’ê Cotmehê hilbijartin heye

Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) piştî wezîfeya xwe ya ji bo 4 salan qedand, xwe fesix kir. Bi vê biryarê re rêya hilbijartinên giştî yên 27’ê Cotmehê hate vekirin. Serokwezîr Netanyahû xwe amade dike car din bibe namzet.

Parlamentoya Îsraîlê di dengdana şeva pêncşemê de qanûna têkildarî fînansmana partiyên siyasî, qebûl kir û piştre wezîfeya xwe ya 4 salan temam kir û xwe bi fermî fesix kir.

Dengdana li Knesset a xwedî 120 kursiyan, bi desteka 62 parlamenteran hate qebûlkirin. Bi vê biryarê re pêvajoya hilbijartina giştî ya 27’ê Cotmehê, bi fermî destpê kir.

Pêşnûmeqanûna ji bo fermîkirina dîroka hilbijartinê, wê hefteya bê ji komîsyonê re were şandin.

Şêwirmendê Hiqûqê yê Knesset Sagit Afik diyar kir ku tevî vê yekê jî parlamento wê nêzî 10 rojên din jî xebatên xwe bidomîne.

Serokwezîr Binyamin Netanyahû ku di dema dawî de desteka xwe ya di nava raya giştî de winda kiriye, xwe amade dike car din bibe namzet.

Netanyahû yê 76 salî, serokwezîrê dîroka Îsraîlê yê herî zêde wezîfe meşandî ye.

Anket nîşan didin ku piraniya Îsraîliyan dixwazin Netanyahû ji wezîfeyê dûr bikeve.