'Hêviya jinan a ji pêvajoyê mezin e, lê ji ber helwesta dewletê bi fikar in'

Pinar Kandal diyar kir ku jin bawer dikin ku eger pêvajoya aştiyê bi rengekî erênî bi encam bibe wê tevkariyê li bidawîkirina dejenerebûna civakî jî bike û destnîşan kir ku hêviya wan a ji pêvajoyê mezin e, lê belê ji ber helwesta dewletê bi fikar in.

PINAR KANDAL

Di ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" re salek û nîv derbas bû, ku ji aliyê Rêber Apo ve di 27'ê Sibata 2025'an de hate kirin. Tevgera Azadiyê û Rêber Apo di vê demê de ji bo rêveçûna pêvajoyê gavên gelekî radîkal avêtin, lê desthilatdarî di taktîka mijûlkirinê de israr dike.

Berdevka Meclîsa Jinan a Stenbolê ya DEM Partiyê Pinar Kandal ji ajansa me re axivî û anî ziman ku jin wê siyaseta demokratîk û aştiyê heta dawiyê biparêzin.

'EM JI BIRÊZ OCALAN BAWER DIKIN'

Pinar Kandal anî ziman ku di nava sal û nîvekê de hem di polîtîkaya hundir hem jî di ya derve de pêşketinên girîng çêbûn û got, "Bêguman bûyer herî zêde bandorê li jinan dike. Bendewariya jinan a ji vê pêvajoyê mezin bû. Bi taybetî piştî banga aştî û civaka demokratîk ji bo pêşîvekirina li siyaseta demokratîk bi qasî ji destê me hat em bi civakê re civiyan û ji aliyê perwerde û çalakiyan ve me gelek çalakî kir.

Di encama civînên me yên sal û nîvekê de ev encam derkete holê: Eger pêşî li siyaseta demokratîk vebe û entegrasyona demokratîk pêk were, wê atmosfereke hîn demokratîk, azad û aram biafirine, bi taybetî jî wê zextên li dijî jinan kêm bibe.

Lewma em ji Birêz Ocalan bawer dikin. Jin di wê baweriyê de ne ku di têkoşîna azadiya jinê de ya ku wî rê li ber vekir, gelek pêşketin dikare pêk were."

'EM BAWER DIKIN KU PÊVAJOYÊ CIVAKÎ BIKIN'

Pinar Kandal diyar kir ku DEM Partî li Stenbolê ji jinan re qala pêvajoyê dike, hewl dide bersivê bide pirsên têkildarî pêvajoyê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Weke ku tê zanîn li meclîsê komîsyonek ava bûbû. Wê komîsyonê karên xwe qedand. Her çend ne tam bi dilê me jî be li Tirkiyeyê di mijara meseleya Kurd de yekem komîsyon bû ku li meclîsê ava bû. Ev yek ji bo avakirina zemîneke qanûnî girîng bû.

Dibe ku negihîşt asta ku em dixwazin, lê belê piştî ku komîsyon ava bû û çûn û hatin li Îmraliyê çêbû, em di wê baweriyê de bûn ku pêvajo wê bi pêş ve biçe.

Lê belê di rojên dawî de em ji çapemeniyê û siyasetmedarên xwe hîn dibin ku hin pirsgirêk hene. Dibe ku eger di hin mijaran de lihevkirin nebe pêvajo berevajî bibe yan jî ji holê rabe.

Vê bibêjim; Yanî ev pêvajo dewam neke jî ne dawiya cîhanê ye. Em ê têkoşîna xwe ya beriya sal û nîvekê dewam bikin. Ji xwe di nava sal û nîvekê de hem civakê, hem tevgera siyasî ya Kurd, hem jî gelek kadro û xebatkarên têkoşîna jinê ev pêvajo fêhm kirine û têgihiştine ku pêwîstiyên pêvajoyê çi ne.

Em li ser vê bingehê karên xwe dewam dikin. Qanûnîbûna pêvajoyê bêguman wê bibe nuqteyeke dîrokî, lê nebe jî em ê ji aliyê xwe ve dewam bikin. Ji siyaseta demokratîk heta bi têkoşîna rêxistinî û azadîparêziya jinê em ê ji bo civak û Tirkiyeyeke demokratîk bixebitin."

Pinar Kandal destnîşan kir ku ew bawer dike wê pêvajo civakî bibe û got, "Baweriya jinan a li Rêberê xwe, li Birêz Ocalan û îdeolojiya vê tevgerê gelekî mezin e."