Hinceta tehliyeya 9 mehan hatî taloqkirin: Bi civakê re di nava ahengiyê de nîne!

Tehliyeya girtiya nexweş Emîne Abîş a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi hinceta “wê bi jiyana civakê û qûralên hiqûqê re pirsgirêka ahengiyê bijî” cara sêyemîn hate taloqkirin.

GIRTIYA NEXWEŞ EMÎNE ABÎŞ

Tehliyeya girtiya nexweş Emîne Abîş bi hinceta “wê bi jiyana civakê û qûralên hiqûqê re pirsgirêka ahengiyê bijî” ji bo 9 mehên din hate dirêjkirin. Fîdan Abîş bal kişand ser nexweşiyên dayika xwe, nerazîbûn nîşanî biryarên kêfî da û got, “Divê pêvajoyeke adilane bimeşe.”

Tehliyeya Emîne Abîş (44) a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê cara 3’yan hate taloqkirin. Piştî înfaza ku berê taloqî 3 û 6 mehan hatî kirin, vê carê înfaz ji bo 9 mehan hate taloqkirin. Abîş wê Sibata 2027’an derkeve desteya din. Keça wê Fîdan Abîş got, “Ev biryar bi temamî bi kêfî ne.”

Emîne Abîş cara ewilî sala 2015’an hate girtin, piştî salekê li girtîgehê ma tehliye bû. Piştî ku sala 2021’an car din hat girtin, hate şandina Girtîgeha Sîncanê. Li vir tevî ku şert û mercên tehliyeya bi şert çêbûne jî, nayê berdan.

Fîdan Abîş anî ziman ku ew rojên xwe bi hêviya derketina dayikên wan, derbas dikin û got, “Pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika min, ev demek dirêje dewam dike. Timî neçar dibe ku biçe nexweşxaneyê û were. Dibêje, biryara taloqkirina înfazê xwe naspêre ti hinceteke qanûnî û bi temamî pêkanînek kêfî ye. Yekane daxwaza me biryara taloqkirina înfazê were rakirin û dawî li pêkanînên wiha yên kêfî were.”

Fîdan Abîş diyar kir ku pêvajo divê bi rengekî hiqûqî were meşandin û ragihand ku nexweşiyên wê her diçe girantir dibin.

Fîdan Abîş destnîşan kir ku di hevdîtinan de dayika wê herî zêde nerazîbûn nîşanî biryarên taloqkirina înfazê dide û got, biryarên hatine dayîn hiqûqî nînin.