KNK’ê êrişa li ser Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir

KNK’ê êrişa li ser navenda Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir û bang li hemû hêz û aliyên Kurdisanî kir ku di vê qonaxa hestyar de bi yekrêzî û yek helwestî, helwesta neteweyî li hemberî siyaseta şerxwaz, tundiyê, planên dijmin û dagirkeriyê bisekinin.

Komîsyona Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişa li ser Komeleya Zehmetkêşan Kurdistanê ku 9 pêşmergeyên wan şehîd bû daxuyaniyek da.

KNK’ê êriş û gefa rejîma Komarî ya Îslamî ya Îranê şermezar kir û daxuyand: “Em sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên şehîdan, heval û Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistan-Îranê dikin. Şifaya xêrê ji bo birîndaran dixwazin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ev êriş careke din piştrast dike ku Komara Îslamî ya Îranê hê jî dixwaze bi sîstema bikaranîna hêz û tundiyê ya dijî siyaseta Kurdistanê û herêmê êrişên xwe dewam bike. Ev êriş dijî mafê mirovan, yasaya navneteweyî û pîvanên parastina jiyana xelkê sivîl e. Ev yek nabin rêyên çareseriya pirsgirêkan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji destpêka şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de di serî de Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi vekirî û aşkere diyarkiribûn ku nabin beşek ji vî şerî û aloziyên li herêmê. Tevî vê jî bûne hedefa êrişên Pasdarên Îranê û ev hate gotin: “Em KNK‘ê bang li hemû hêz û aliyên Kurdisanî dikin ku di vê qonaxa hestyar de bi yekrêzî û yek helwestî, helwesta neteweyê li hemberî siyaseta şerxwaz, tundiyê, pilanên dijmin û dagirkeriyê bisekinin. Rê nedin ku ev cûre êriş bibin sedema zêdebûna alozî, parçebûn di navbera aliyên gelê Kurdistanê de.

Careke din sersaxî û hevxemiya xwe li malbatên şehîdan didin û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.