Hejmara pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan bû 9
Hejmara pêşmergeyên di êrişa li ser Baregeha Zirguwêz a Komeleyê de jiyana xwe ji dest dan bû 9.
Hejmara pêşmergeyên di êrişa li ser Baregeha Zirguwêz a Komeleyê de jiyana xwe ji dest dan bû 9.
Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi 6 fuzeyan danê sibehê êriş birin ser baregeha Zirguwêz a Komeleya Zehmetkêşan ya li parêzgeha Silêmaniyeyê. Hejmara pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, zêde bû.
Li gorî agahiyên herî dawî ku Berpirsê Komeleya Şoreşgeran li ser medyayê belavkirine, pêşmergeyekî ku di êrişê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê re hejmara pêşmergeyên di êrişê de jiyana xwe ji dest dan bû 9. Hate diyarkirin ku birîndar dibin çavdêriya hûr dene, birînên wan giranin lê ne metirsîdarin.
Komeleya Şoreşgeran nav û nasnameya her 9 pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan ragihand. Li gorî agahiyan her 9 şehîd nû tevlî refên partiyî bibûn
Navên şehîdan bi vî rengî ne: Ehmed Mehmûdî, Sîna Seferî, Siyawan Nîkî Xa, Yasîn Kiyanpûr, Kesra Rehman Nejîd, Reza Sadiqî, Ferhad Qemerî, Zekeriya Feqê Hesen Axa, Siruşt Nesrî.
Her wiha Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê heman êrişê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku saet di 06:20’ê sibehê de bi heft fuzeyan êriş li ser çend navçeyên sînorê parêzgeha Silêmaniyeyê hat kirin.
Dezgeha Asayîşa Herêmê da zanîn ku çar fuzeyan gundê Zirgewêze, fuzeyek li gundê Qisirdî û du fuze jî li nêzîkî Girê Kupanê yê li Qeredaxê ketin. Li gorî daxuyaniyê, dezgeha Asayîşê ji bo zanîna ziyanên canî û madî yên êrişan, lêkolîn dane destpêkirin.
KOMAW'Ê ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR
Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) êriş şermezar kir ku 9 pêşmegeyan jiyana xwe ji dest dan. KOMAW'ê got, "Di serî de saziyên mafên mirovan ên neteweyî û Neteweyên Yekbûyî, em bang li sazî û raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji bo parastina mafê jiyanê, pêşîgirtina li tundiyê û pêkanîna ewlekariya sivîlan hîn bêhtir bi berpirsyariyê rabin."