Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Li navçeya Çaldêran a ser bi parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya sê salî, qetil kir.
Li navçeya Çaldêran a ser bi parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya sê salî, qetil kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Roknayê, li navçeya Çaldêran a ser bi parêzgeha Urmiyeyê, zilamek bi kêrê hevjîna xwe ya ducanî, keça xwe ya sê salî û dayika xwe qetil kiriye û piştî bûyerê reviyaye.
Heman çavkaniyê da zanîn ku Fermandariya Polîsên Çaldêranê li ser mijarê daxuyaniyek daye û ragihandiye ku piştî qetilkirina sê endamên malbatekê li gundekî herêmê, lêpirsîna polîsan destpê kiriye û gumanbar piştî çend saetan hatiye girtin.
Hat destnîşankirin ku ev komkujî bi kêrê hatiye kirin û kujer sedema sereke ya vê komkujiyê weke hebûna pirsgirêkên malbatî nîşan daye.