Gorên bi kom ên li Şengalê, yek ji şahidiyên berçav ên jenosîdê ye ku rêxistina DAÎŞ'ê ji Tebaxa 2014'an û pê ve li dijî Êzidiyan pêk anî. Ev dosya ku li ser sê stûnên bingehîn ên wekî bîra giştî (parastina navên qurbaniyan ji jibîrkirinê), dadperwerî (parastina delîlên edlî) û parastin (rêgirtina li destwerdanên ne pispor) ava dibe, nirxandineke qanûnî, hiqûqî û akademîk li ser van qadên tawanê pêşkêş dike. Ev gor ne tenê cihên veşartina komî ya qurbaniyan in, lê belê qadên tawanê û parçeyek ji bîra giştî ne ku mafên taloqkirî yên wan malbatên ku hîn jî li benda rastî û dadperweriyê ne di hembêza xwe de dihewînin.
Li gorî agahiyên fîzîkî û meydanî yên ku hatine bidestxistin, heta niha 96 gorên bi kom û 111 gorên kesane li Şengalê û derdora wê hatine tespîtkirin. Ji van cihan, 77 gorên bi kom û nêzîkî 40 gorên kesane bi fermî hatine vekirin û kolandin; di heman demê de 19 gorên bi kom hîn jî nehatine vekirin. Di encama van xebatan de, cenazeyên 857 kesan hatine derxistin ku tenê nasnameya 296 ji wan hatiye eşkere kirin û radestî malbatên wan hatiye kirin. Li aliyê din, 561 cenaze hîn jî wekî nenas hatine hilanîn an jî li saziya tiba edlî li benda temamkirina pêvajoyên lihevanîna genetîkî (DNA) ne. Pêvajoya fermî ya vekirina van goran di 15'ê Adara 2019'an de li gundê Koço bi piştgiriya tîma lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) destpê kiribû, lê gavên paşerojê rûbirûyê hêdîbûneke giran û astengiyên saziyî bûne.
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de dema rêxistina DAÎŞ'ê êrîşeke berfireh bir ser Şengalê, pênaseya olî û etnîkî ya Êzidiyan bi awayekî organîze kir armanc da ku hebûna wan a maddî û civakî ji holê rake. Mêr û xort li gundên mîna Koço, Herdan, Qenî, Hemdan, Sîba Şêx Xidir, Tilizêr, Xanasor û Sinûnê bûn armanca komkujiyan, jin û keç jî rûbirûyê revandin û koledariyê bûn. Ji ber vê yekê, nêzîkbûna rast a bi gorên bi kom re divê ji dîtina wan a wekî "qada tawanê" destpê bike.
Prensîbên bingehîn ên qanûnî daxwaz dikin ku ewlehiya van cihan berî vekirinê were parastin, rê li her destwerdaneke ne pispor were girtin û zincîreya xwedîtiyê ya delîlan were parastin da ku bikaribin di dadgehên neteweyî û navdewletî de werin bikaranîn.
Tevî derbasbûna salan, ev dosya hîn jî rûbirûyê astengiyên kûr ên qanûnî, teknîkî û mirovî dibe. Kêşeyên qanûnî û teknîkî di kêmbûna çavkaniyan, lawazbûna binesaziya teknîkî ya ji bo lihevanîna genetîkî û hebûna valahiyên zelal di koordînasyona di navbera saziyan de xwe nîşan didin. Di warê mirovî de, derengketina naskirina cenazeyan dibe sedema dewamiya êşa derûnî ya malbatên ku nikarin çarenûsa windayiyên xwe yekalî bikin. Her wiha rîskên xwezayî, mîna şewatên ku di salên 2019 û 2026'an de qewimîn, lehiyên ku wekî mînak di gora gundê Zilîliya de hestiyên şehîdan birin û zirarên ji aliyê heywanan ve, silametiya delîlan dixe bin metirsiyeke mezin. Li gora Herdanê jî kêşeya jibîrkirina hin cenazeyan di hundirê gorê de rû da, ku ev yek pêdiviya kontrolkirina hûr û dawî ya berî ragihandina bidawîbûna xebatan radixe ber çavan.
Di vê çarçoveyê de, rewşa her du gorên Xanasor û Birdiya metirsiyên qanûnî û îdarî bi awayekî berçav eşkere dike. Gora Xanasorê ku cenazeyên 67 şehîdên Êzidî li xwe girtibû, di 6'ê Sibata 2015'an de ji aliyê aliyên ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat vekirin û paşê di 13'ê Tebaxa 2015'an de li Mezargeha Şerefdînê hatin veşartin. Ev pêvajo bêyî ku pişkinînên DNA ji bo wan werin kirin û li derveyî zincîreya saziyî ya fermî (Saziya Şehîdan û Tiba Edlî ya Bexdayê) pêk hat, ku vê yekê mafê malbatan ê naskirina zanistî binpê kir. Li aliyê din, gora Birdiya ya li nahiyeya Zummarê ku di sala 2015an de hatibû vekirin, cenazeyên wê ji wî çaxî vir ve li cem aliyekî li parêzgeha Hewlêrê têne ragirtin û hîn radestî malbatên wan nehatine kirin; ev yek pirseke exlakî û qanûnî ya giran li ser çarenûsa wan cenazeyan ava dike.
Gorên bi kom li Şengalê parçeyekî bingehîn ji bîra giştî ya Êzidiyan pêk tînin û parastina wan ji bo rêgirtina li dubarebûna tawanên wiha pêdiviyeke jiyanî ye. Ji bo çareserkirina vê karesatê, rapor pêşniyar dike ku di vekirina 19 gorên mayî de lez were kirin, hemû cihên goran li dijî faktorên xwezayî û destwerdanan werin parastin, kampanyayên komkirina nimûneyên DNA ji bo malbatan li hundir û derveyî welat werin berfirehkirin û mekanîzmayeke zelal a peywendiyê bi malbatan re ere danîn. Her wiha divê nirxandineke qanûnî ji bo rewşên Xanasor û Birdiyayê were kirin, budceyeke domdar were terxankirin û muzexane yan navendeke bîranînê li Şengalê were avakirin. Gorên bi kom li Şengalê ne tenê parçeyek ji rabirdûyê ye, lê birîneke vekirî ne. Jenosîd bi ketina çekan bi dawî nabe û dadweriya rastîn tenê gava ku ev rastî ji bin erdê derkeve û navên qurbaniyan li wan vegere pêk tê.