Alîkarê Serokê Akademiya Siyaset û Demokratîkê ya Herêma Kurdistana Federe Dr. Kamûran Berwarî jinûve avabûna hevsengiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn, bandora vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ANF'ê re nirxand.
Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku li herêmê statukoya sed salî derizî ye û destnîşan kir ku gelê Kurd di vê pêvajoya dîrokî de bêyî ku bibin amûrek ji projeyên hêzên hegemonîk re divê xwe bispêrin hêza xwe û yekîtiya xwe ya neteweyî bi lez ava bikin.
'SED SALÊ CAREKÊ NÎZAMEKE NÛ TÊ AVAKIRIN'
Berwarî diyar kir ku krîzên siyasî û leşkerî yên kûr ên li herêmê nearamiyeke demkî nîne, berevajî vê yekê tê wateya tasfiyekirina bingehîn a pergala bi sînorên Peymana Lozanê ya beriya sed salî hate çêkirin û destnîşan kir ku Rojhilata Navîn li ber şikestineke mezin a dîrokî ye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku hêzên global sed salê carekê nîzameke nû ava dikin û bi bîr xist ku avaniya herêmê ya heyî ku di pêvajoyên giran û bi xwîn ên salên 1880 û 1920'î de hîmên wê hate danîn, îro di pratîkê de hilweşiya ye.
Berwarî destnîşan kir ku ev guherîna mezin ne tenê guherîna fîzîkî ya sînorên li ser nexşeyê ye, di heman demê de şêweyên serweriyê yên netewe dewletan, modelên wê yên rêveberiyê û ya herî girîng jî formulên jiyana bi hev re ya gelan a li paşerojê xistiye rojevê û kiriye mijara muzakereyê.
'PARÇEKIRINA AVANIYA SIYASÎ Û COGRAFÎ YA ROJHILATA NAVÎN ESAS TÊ GIRTIN'
Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku guherîna li Rojhilata Navîn nabe ku tenê bi hevrikiya navbera dewletên herêmê bê vegotin û anî ziman ku hêzên global li ser paşeroja herêmê li ser du stratejiyên bingehîn disekinin. Berwarî ragihand ku herdu nêzîkatî jî guherîna pergala heyî ya li Rojhilata Navîn ji xwe re dike armanc û got, stratejiya destpêkê bi parastina sînorên heyî yên netewe dewletan guhertina avaniya desthilatdariyê ji xwe re dike armanc.
Li gorî Berwarî, ev nêzîkatî li şûna rêveberiyên heyî yên li herêmê modelên siyasî yên nû yên bi sîstema global re di nava ahengiyê de ye tê xwestin û Îslam a siyasî jî di nava vê guherînê de weke amûrekê tê bikaranîn.
Akademîsyen Berwarî destnîşan kir ku stratejiya global a duyemîn jî parçekirina yekser a avaniya siyasî û cografî ya heyî ya Rojhilata Navîn ji xwe re dike esas. Berwarî got, nayê xwestin ku welatên weke Îran, Iraq, Sûriye, Erebistana Siûdî xwedî avaniyên dewleta navendî û cografyayeke berfireh bin û diyar kir ku demeke dirêj e ew senaryo têne nîqaşkirin ku ev dewlet xwedî avaniyên îdarî û siyasî yên biçûktir bin.
Di vê çarçoveyê de jî ragihand ku tê xwestin li Rojhilata Navîn nexşeyeke siyasî ya nû bê avakirin ku bi gelek parçeyên biçûk hatiye parçekirin û got rûbirûhiştina van avaniyan bi pirsgirêkên etnîkî, mezhebî û siyasî re wê destwerdan û kontrola derve hêsantir bike.
Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku ev herdu stratejî ji aliyê rêbazê ve ji hev cuda xuya bikin jî di heman armanca bingehîn de digihêjin hev û got, di yekê de bi parastina sînorên dewletên heyî modelên rêveberî û desthilatdariyê tê guhertin, di ya din de jî parçebûna cografî û siyasî yekser esas tê girtin.
Li gorî Berwarî, di herdu nêzîkatiyan de armanc ne ew e ku gelên herêmê bi îradeya xwe paşerojeke demokratîk ava bikin, armanc jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn li gorî hevsengiyên hêzê yên global e.
Berwarî diyar kir ku Kurdistan di navenda herdu stratejiyên navborî de ye û destnîşan kir ku lêgerîna pergala nû ya li Rojhilata Navîn bêyî statuya Kurdan û diyarkirina paşeroja Kurdistanê nikare bi encam bibe.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku aktorên global global têkiliya bi Kurdan re bi giranî li gorî pêwîstiyên demkî û berjrewendiyên taktîkî datînin û diyar kir ku Kurdan di dema şer de weke hêzeke leşkerî didin pêş, di pêvajoyên aştî û dîplomasiyê de jî daxwaza statuyê ya Kurdan ji nedîtî ve tên. Berwarî got, "Kurd dema şer dikin dipirsin bê çima şer dikin, dema ku aştiyê dikin jî vê yekê dikin mijara nîqaşê" û anî ziman ku ev nêzîkatî ji ber lêgerîna wê yekê ye ku Kurdan dixwazin li gorî armancên xwe yên stratejîk bi rengekî demkî bi kar bînin.
Di vê çarçoveyê de Berwarî destnîşan kir ku nabe Kurd bi projeyên hegemonîk ên dewletên herêmî û hesabên demkî yên hêzên global ve bi temamî bêne girêdan û got, mecbûriyeteke dîrokî ye ku Kurd stratejiya xwe ya neteweyî û demokratîk ava bikin.
'YEKANE MIFTEYA ÇARESERIYÊ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK Û RÊYA SÊYEMÎN E'
Berwarî bi bîr xist ku cografya Kurdistanê di navenda projeyên van hêzên hegemonîk de ye û ev tespît kir, "Pratîkên dîrokî nîşanî me dan ku lêgerîneke çareseriyê ya ku xwe dispêre nêta baş a refleksên dewletên yekî têra çareseriya meseleya Kurd nake. Berevajî vê yekê demê bi dewletên serwer re dide qezençkirin. Di vir re paradîgmaya 'Civaka Demokratîk', 'Konfederalîzma Demokratîk' û 'Neteweya Demokratîk' a ku xwe dispêre jiyana bi hev re, azad û wekhev a gelan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xeta PKK'ê danî holê, weke rêyeke sêyemîn a dîrokî derdikeve pêş.
Pratîka herî şênber û zindî ya vê modelê îro li Rojava ye ku xwe naspêre şîdeta sînoran û dewletê û civak xwe bi hêza xwe bi rêxistin dike. Rojava li gel hemû êrişên hegemonîk li ser piyan ma û ispat kir ku ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan reçeteya rizgariyê ye."
TRAFÎKA DÎPLOMASIYÊ YA MÎT'Ê
Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a li Bakurê Kurdistanê dimeşe û nîqaşên li ser qanûna çarçoveyê ne tenê Kurdên li nava sînorê Tirkiyeyê eleqedar dike û diyar kir ku bûyerên civakî û siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê nabe ku ji hev cuda bêne nirxandin.
Berwarî diyar kir ku hikumet, parlament, saziyên siyasî û avaniya civakî ya Başûrê Kurdistanê bandoreke yekser li bûyerên li Bakur, Rojava û Rojhilat dike û got, "Bûyer û pêşketinek li parçeyekî Kurdistanê bandorê li parçeyên din jî dike. Lawazbûna parçeyekî nayê wateya xurtbûna parçeyên din."
Bi vî rengî Berwarî işaret bi serdanên Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin a li Başûrê Kurdistanê û trafîka dîplomatîk a li xeta Hewlêr-Silêmaniyeyê kir û anî ziman ku ev hevdîtin nabe ku tenê di çarçoveya dîplomasiya ewlekariyê de bê nirxandin. Berwarî anî ziman ku bi taybetî cihêrengiya navbera hêzên siyasî yên Kurd ji aliyê dewletên herêmî ve salên dûr û dirêj weke qadeke destwerdanê hatiye bikaranîn û got, Tirkiye û dewletên din ên li herêmê hewl didin ku aktorên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li dijî destketiyên Kurdan ên li Bakur, Rojava û Rojhilat birêxistin bikin.
Berwarî ragihand ku tasfiyekirina avaniyên di bin sîwana PKK, KCK û Tevgera Azadiyê ya Kurd de wê ji bo Başûrê Kurdistanê nebe destketiyek û got, rewşeke bi vî rengî wê hêza stratejîk û siyasî ya Kurdan a di asta herêmî de lawaz bike. Berwarî bang li aktorên siyasî yên Kurd kir ku "Nebin parçeyek ji hesabên herêmî yên dewletên cuda."
Kamûran Berwarî got, Kurd divê pirsgirêkên xwe ne li gorî polîtîkayên Enqere, Tehran, Bexda yan jî navendên cuda yên navneteweyî, lê li gorî îradeya xwe ya siyasî ya hevpar çareser bikin.
Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku wezîfeya bingehîn a li pêşiya Kurdan ne ew e ku destketiyên li çar parçeyan li dijî hev bi kar bînin, wezîfeya bingehîn ew e ku ev destketî di çarçoveya stratejiyeke Kurdistanê ya hevpar de bêne parastin.
'DIVÊ KURD VÊ DEMA DÎROKÎ RAST BINIRXÎNE Û FÊHM BIKE'
Dr. Kamûran Berwarî di vê dema dîrokî de ev bang li siyaset û gelê Kurd kir:
"Rojhilata Navîn di nava guherîneke mezin de ye û yekane rêya derketina bi serbilindî ya ji vê pêvajoyê yekîtiya neteweyî ya Kurd e. Pêşketinên li çar parçeyan damarê jiyanî yê hev e. Destketiya li parçeyekî ya din xwedî dike, têkçûna li parçeyekî wê tevahiya Kurdistanê bixe nava tarîtiyê. Divê Kurd êdî nehêlin ku Tirk, Ereb Fars û hêzên derve yên berjewendîparêz têkildarî wan biryarê bidin. Çareserî di destûra demkî ya hêzên derve de nîne, çareserî di hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd, di kongreya demokratîk a neteweyî û yekîtiya siyaseta demokratîk de ye.
Îro ji her demê bêhtir mecbûriyeteke dîrokî ye ku divê nakokiyên navxweyî, berjewendiyên partiyê li aliyekî bê anîn û bi aqlekî neteweyî yê hevpar nêzîkatî bê nîşandan. Divê Kurd vê dema dîrokî rast bixwînin û paşeroja xwe ya demokratîk û azad bi destê xwe ava bikin."