Meclisa Gel a Şengalê: 19’ê Tîrmehê dê her tim riya gelên azadîxwaz ronî bike

Meclisa Gel a Şengalê salvegera 14’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîroz kir û got: “Ev şoreş wê her tim bibe çavkaniya ronahî, azadî, rûmeta mirovahiyê û ruhê berxwedanê yê 19’ê Tîrmehê dê her tim riya gelên azadîxwaz ronî bike.”

Meclisa Gel a Şengalê têkildarî salvegera 14’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
“Şoreşa Rojava çawa bû hîmê çavkaniya hevgertina gelan û rûmeta mirovahiyê, wê ji niha û şûn de jî bibe bingehê pêkanîna entegrasyona demokratîk. Heman demê bibe parastina piralîbûna çandî û avakirina paşerojeke wekhev.

Em şoreşa Rojava ya ku li dijî dîktatoriyên paşverû faşîst û zordar yên li Rojhilata Navîn bûye sembola serhildan, rûmet û jiyana azad; li hemû mirovahiya ku îdealên jiyana azad dide jiyandin û xwedî lê derdikeve pîroz dikin û di şexsê şoreşgerên Rojavayî yên ku dema hewl didan civaka Êzîdî li dijî fermanê û qirkirina sedsalê biparêzin şehîd bûyîn de; hemû şoreşgerên ji her bawerî, netewe û nasnameyî yên ku ji bo vê şoreşa pîroz canê xwe feda kirine bi rêz, minet û dilsoziyeke kûr bibîr tînin. Ev şoreş, îro ne tenê destkeftiyeke herêmî an jî herêmekê re an sînordare; di heman dema de, ev şoreş bûye ronahiya rûmeta mirovahiyê. Bûye hêviya jinên cîhanê û navenda berxwedanê ya ku li hemberî tarîtiya herî mezin a sedsala 21’an a li ber xwe dide û bi ser dikeve.

Em xwedîderketina li Şoreşa Rojava ya ku li dijî rejimên otorîter navendparêz û tariya hov a DAIŞ’ê wekî şerê xweparastinê û rewa yê gelê Rojava destpê kir dibînin û di demeke kurt de bû hêviya hemû bindest û gelên azadîxwaz ên cîhanê. Bi taybetî jî bo çavkaniya bingehîn û xurt a berdewam ya berxwedana Şengalê û jiyana azad a komunal; wekî rûmetek, nasnameyek û berpirsiyariya herî mirovî, exlaqî û şoreşgerî qebûl dikin. Ji ber vê yekê, parastina vê şoreşê, xwedîderketina li nirxên wê û bilindkirina dengê wê li qadên navneteweyî, wezîfeya dîrokî ya her kes, sazî û civakekê ye ku dilê wan ji bo azadî, wekhevî û dadperweriyê lê dide ye.

Kombûna ezmûna jiyana hevpar, paradîgmaya demokratîk û berxwedana bêhempa ya şoreşa Rojava ku bi feraseta neteweya demokratîk û bi berxwedana hevpar-kolektîf a beşên civakî yên ji her çand, dîn û nasnameyên wekî Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Ermen û Turkmen ên li Rojava, di têkbirina zilm û faşîzma DAIŞ’ê û pergalên paşverû de xwedî cihekî stratejîk û diyarkere. Heman demê rê li ber avakirina jiyaneke alternatîf vekiriye.

Ev pergal li dijî paşverûtiyê û her cûre têkiliyên serdestiyê yên dînî, neteweyî û zayendî modelek nû ya xweser û xwerêveberiyê ya ku li ser bingeha azadiya jinê, civaka ekolojîk û demokratîk ava bûye pêşkêş dike. Vê modelê nîşanî hemû cîhanê da ku alternatîveke ji derveyî pergala kapîtalîst a modernîst û netew-dewletên ên zordar gengaze û dikare bibe bersiv ji bo hemû krîzên mirovahiyê re.
Ev felsefe ku li Rojava şîn bû, di heman demê de ji bo civaka me ya Êzîdî ya li Şengalê ku bi ferman, qirkirin û trajediyên mezin re rû bi rû mabû, bû çavkaniyeke mezin a îlham, hêz û rûmetê. Ruhê berxwedanê, piştgirî û hevgirtina şoreşgerî ya Rojava rê nîşanî Şengalê da ku pergala xwe ya xweser, meclîsên xwe û hêzên xwe yên xweparastinê YBŞ/YJŞ) ava bike. Heman demê birînên xwe derman bike û li ser axa xwe ya pîroz bi rûmet û serbilindî xwe li ser lingan bigire. Şoreşa Rojava û Berxwedana Şengalê nîşan dane ku xweparastin û xwerêveberî ji bo civak û neteweyên ku rû bi rûyê gefa qirkirin, asîmîlasyon û tunekirinê ne, ne tenê mafeke, di heman demê de neçariyeke jiyanî, hebûnî û jêvenegere. Heya ku ev sîstema demokratîk li hemû herêmê belav bibe û bibe mîsogeriya paşerojeke azad, têkoşîna me ya li ser vê xeta rast û pîroz wê bê rawestan, bi biryardarî û bi baweriyeke mezintir berdewam bike.

Bi vê wesîleyê, em carek din salvegera dîrokî ya Şoreşa Rojava ji dil û can pîroz dikin. Em dubare dikin ku ev meşaleya azadiyê ya ku bi xwîna şehîdên leheng hatiye vêxistin, tu carî nayê vemirandin; Ev şoreş wê her tim bibe çavkaniya ronahî, azadî, rûmeta mirovahiyê û ruhê berxwedanê yê 19’ê Tîrmehê dê her tim riya gelên azadîxwaz ronî bike.”