Li Bolîvyayê protestoyên tund: 14 sivîl û 6 polîs birîndar bûn

Li herêma Santa Cruz a Bolîvyayê di dema çalakiyên rêgirtinê de, xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê bi hev ketin. Di bûyeran de 14 sivîl û 6 polîs birîndar bûn.

Li bajarokê San Julian a girêdayî herêma Santa Cruz a li rojhilatê Bolîvyayê, roja şemiyê navbera xwepêşander û polîsan pevçûnên dijwar qewimîn.

Polîs bi armanca vekirina rêya ku demekê ji aliyê xwepêşanderan ve hate girtin, li herêmê operasyon lidar xist. Hêzên ewlehiyê ji bo vekirina rê gaza îsotê bi kar anîn, xwepêşanderan jî bi kevir, dar û lastîkên şewitandî bersiv dan.

Midûrê Emniyeta Santa Cruz Albay David Gomez ragihand ku di bûyeran de 6 polîs birîndar bûne, ji vane 4 kes bi çekê birîndar bûne. Ombudsmantiya Bolîvyayê jî ragihand ku di şer de 14 sivîl birîndar bûn.

EV MEHEKE PROTESTO DIDOMIN

Serokê Dewleta Bolîvyayê Rodrigo Paz rû bi rûyê protestoyên ku zêdeyî meheke didomin e. Di serî de cotkar û karker, beşên civakê yên cur be cur ji ber krîza aborî ya li welêt hikûmetê berpirsyar nîşan didin.

Di çarçoveya xwepêşandanan de li seranserî welêt li nêzî 100 nuqteyan çalakiyên rêgirtinê hatin lidarxistin. Ev rewş bi taybetî li paytext La Paz û bajarê El Alto û gelek herêmên din, bû sedema tengasiya xurek, derman û benzînê.