BI DÎMEN

Jiyan û xwezaya gundê Elîreşê yê Binarê Qendîlê

Gundê Elîreşê gundekî kevnar ê Binarê Qendîlê ye. Herikîna jiyana komînal a gund li ber dengê bilûra Kak Resûl di nava hevsengiya ew xwezaya bedew de mirov dikişîne nava xwe.

Xweza û xweşikbûna Rêzeçiyayên Qendîlê her wek buhuştê hatiye pênasekirin. Her demsaleke wê bi xweşikbûneke cuda nexşî dilê mirovan dibe. Çiyayên asê berv bi ewran ve hildikşin. Gundên li qontar û palên çiya hatine avakirin jî, di nava ew ahenga xwezayî de dîmenekî taybet derdixin holê.

PÊŞWAZIYA DENGÊ BILÛRA ZÎZ A KAK RESÛL

Gundê Elîreşê jî, yek ji van gundên kevnar e ku mirov naxwaze temaşekirin û jiyankirina wê derê ti carî bi dawî bibe ye. Di ketina gund de dengê zîz ê bilûra kak Resûl pêşwaziya mirov dike. Ev deng di nava xweşikbûna wê xwezaya gund de, senfoniyeke mirov dibe dîrokê tîne bîra mirov. Senfoniyeke ku mejiyê mirov dide vesandin û hemû giraniya bûyerên rojane dide bîrkirin.

Gundê Elîreşê, li herêma Şehîd Harûn a Binarê Qendîlê, ji 25 malên ku qontarê çiyê hatiye avakirin û li hemberî hemû zehmetî û zextan li ser piyan maye pêk tê. Şêniyên vî gundî debara xwe bi çandinî û ajaldariyê dikin.

Yek ji şêniyên vî gundî Kak Resûl Mehmûd behsa kevnariya gundê Elîreşê kir û diyar kir ku ji dema pîrik û kalikên xwe ve li vî gundî jiyan dikin. Kak Resûl balê dikşîne ser ku di demên berê de li gund bê avî û çoltarbûna axê hatiye jiyîn û tevî vê yekê jî gundiyan dev ji warê xwe bernedane.

DAYIK JIYANA KOMÎNAL A GUND DIHONIN

Yên ku jiyana gund bi rê ve dibin jî jin in. Jinên bi navê Tanya, Bihar û Befrîn diyar dikin ku li gund li derdora jinan jiyaneke komînal tê jiyîn û bi vî rengî jiyanê bi hev re dihonin. Bi taybetî dayika bi navê Befrîn li ser jiyana hevpar a gund kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Em weke cîran bi hev re karên xwe dikin. Dema kar dikin hemû cîran li gel hevdû kom dibin.”

Gundiyê bi navê Azad Hesen jî, diyar kir ku ew bi ajaldarî û çandiniyê re mijûl dibin û di navbera jin û zilaman de hevkariyeke xwezayî heye û li gund hemû kar bi awayekî komînal tên kirin.

Yên ku jiyana xwe bi xweza û hûrgiliyên gund re kirine yek jî dayik in. Dayik destnîşan dikin ku her çiqasî zor û zahmetiyên gund hebin jî jiyana gund nadin ti tiştî. Dayik balê dikşînin ser ku di demên cuda de êrîşên balafirên dewletên dagirker çêbûne, lê vê yekê jî nekariye wan ji cih û warên wan bike.