Melîs Gebeş: Binpêkirin dewam dike, sererastkirin şert e

Ji bo bicihanîna biryarên "mafên hêviyê" yên têkildarî Rêber Apo û girtiyên din ên siyasî, saziyên ku agahî dan KWKE'yê, banga reformê kirin. Koordînatora CISST'ê Melîs Gebeş got, pêşketineke şênber nîne û diyar kir ku pêwîstî bi reformê heye.

MELÎS GEBEŞ

Koordînatoriya Parêzvaniyê ya Komeleya Civaka Sivîl a di nava Sîstema Înfaza Ceza de (CISS) Melîs Gebeş, li ser bicihnenanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) axivî ku di nava raya giştî de weke "Koma Gurban" tê naskirin. Melîs Gebeş destnîşan kir ku nîqaşa li ser "mafê hêviyê" ya têkildarî girtiyên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn divê weke mijareke ku tenê hin kesan eleqedar dike neyê dîtin û diyar kir ku mesele ji aliyê serweriya hiqûqê û mafên mirovan ve xwedî aliyekî binyadî ye.

Melîs Gebeş ragihand ku nuqteya hevpar a dosyayê ew e ku li Tirkiyeyê ji bo hin kesên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn mekanîzmayeke ku derfetê dide ku ceza jinûve bê nirxandin nîne û got, "Li gorî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, nebûna îhtimala berdanê ya girtiyekî û nebûna derfetê xwegihandina li mekanîzmayeke ku karibe îhtimala berdanê binirxîne, li xala 3'yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nayê. Dadgeh vê yekê li gorî armance ceza û rûmeta mirovan bi pirsgirêk dibîne. Rêgeza ku weke mafê hêviyê tê binavkirin jî ji ber vê yekê ye."

'LI GEL BIRYARA KOMÎSYONÊ JÎ REFORMEK NEHATE KIRIN'

Di dewama axaftina xwe de Melîs Gebeş bi bîr xist ku li gel salên dirêj ên di ser biryarên dadgehê yên li ser vê mijarê jî hîn reformên pêwîst bi cih nehatine anîn û got, "Pirsgirêk jî tam ji ber vê ye. Hîn jî mekanîzmayek nehatiye avakirin ku pirsgirêka ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê işaretê pê dike çareser bike, ceza jî piştî demekê jinûve di ber çavan re derbas bike. Lewma Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dosyayê demeke dirêj e di çarçoveya usûla kontrolkirinê ya xurt dişopîne û ji Tirkiyeyê dixwaze ku reformên pêwîst bike. Li gel biryara komîsyonê jî reformeke berfireh a di vê çarçoveyê de hîn neketiye meriyetê. Jİ ber vê jî meseleya ku em îro pê re rû bi rû ne ne rewşeke şexsî ye ku tenê hin girtiyan eleqedar dike; ji aliyekî ve jî mijareke binpêkirina mafên mirovan a binyadî heye ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatiye tespîtkirin û bi salan e dewam dike. Li aliyê din jî meseleyeke welê ye ku dewletek ku aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye biryarên dadgehê bi cih nîne."

'ME DESTNÎŞAN KIR KU BINPÊKIRIN DEWAM DIKIN'

Melîs Gebeş qala armanca agahdarkirina Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) kir û got, "Sedme bingehîn a vê agahdarkirina ku ji aliyê me ve hate kirin ew bû ku me xwest, çavdêrî û nirxandinên xwe yên li ser pêvajoya bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re parve bikin. Li dû biryara naveberê ya ku di Îlona 2025'an de hate qebûlkirin, ji Tirkiyeyê dihate xwestin ku têkildarî jinûve nirxandina ceza mekanîzmayekê ava bike û gavên pêwîst yên reformê biavêje. Lê belê di vê demê de ku di ser re derbas bû, em dibînin ku pêşketineke şênber a li ser vê mijarê nîne. Ji ber vê jî me xwest nîşan bidin ku binpêkirin dewam dike û pêwîstî bi reformê heye."

'MÎNAKÊN MAFÊ HÊVIYÊ ZÊDE NE'

Melîs Gebeş destnîşan kir ku mafê hêviyê pêwendiya xwe bi nêzîkatiya bingehîn a sîstema înfaza ceza heye, işaert bi bicihanînên li Ewropayê kir û got, "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê destnîşan dike ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê di asta hiqûqê û pratîkê de be. Li welatên Ewropayê mekanîzmayên welê hene ku cezayên girtiyan piştî demekê dikare jinûve binirxîne û tê zanîn ku nirxandina destpêkê jî i gelek welatan piştî 25 salan tê kirin."

'GUHERTINÊN QANÛNÎ DIVÊ DI BER ÇAVAN RE BÊNE DERBASKIRIN'

Melîs Gebeş ragihand ku guhertinên qanûnî yên heyî divê jinûve di ber çavan re bêne derbaskirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Yek ji çavkaniyên bingehîn ên pirsgirêkê benda 16'emîn a xala 107'emîn a Qanûna li ser Înfaza Tedbîrên Ewlekarî û Ceza ya bi hejmara 5275'an û guhertina ku berdana bi şert a hin sûcên kategorî li derve dihêle ye. Xusûsa bingehÎn a ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê rexneyê lê dike ew e ku ceza di nava ti mercî de di ber çavan re nayê derbaskirin û ev yek ji bo hin girtiyan wê encamê bi xwe re tîne ku di pratîkê de heta dawiya emrê xwe girtî bimîne."

Melîs Gebeş destnîşan kir ku ji ber vê yekê pêvajoya amadekariyê ya qanûnî divê bi perspektîfeke berfireh bê nirxandin ku sîstema înfazê bi rengekî yekgirtî dinirxîne.

Melîs Gebeş diyar kir ku pîvanên mafên mirovan û bendewariyên edalet û ewlekariyê yên li nava civakê ne mecbûr e ku li dijî hev bin û got, bicihanîna biryarên DMME'yê yên li ser mafê hêviyê divê li gorî pîvanên mafên mirovan ên li nava sîstema înfaza ceza be.