Dayikên Şemiyê ji bo Bûldan, Yildirim û Karay kom bûn

Dayikên Şemiyê ji bo Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay edalet xwestin.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo darizandina berpirsyaran, li Qada Galatasarayê ya li Beyogluyê ji bo çalakiya xwe ya 1106’an hatin ba hev.

Di çalakiyê de xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan bi wêneyan û qurnefîlan li qadê bûn. Di çalakiyê de aqûbeta karsazên bi navê Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên ku beriya 32 salan hatin qetilkirin, hate pirsîn.