Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna Kurdan a ji bo yekîtiya demokratîk, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e.

PEYAMA RÊBER APO

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand.

Peyama Rêber Apo bi vî rengî ye:

“Welatparêzên hêja, nûnerên qedirbilind, mêhvanên birûmet;

Berî her tiştî ez 24. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi hestên xwe yên herî ji dil silav dikim û vê hevdîtina we ya bi wate û 27 saliya KNK’ê pîroz dikim. Di avakirin û damezrandina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK’ê dE, min jî ji aliyê xwe ve ked da û piştgirî lê kir. Li zîndanê da be jî, li gorî derfetan, min xebata we şopand û dem dem jî pêşniyarên xwe ji we re şandin.

Her nîqaşek ku li ser paşeroj, yekîtiya neteweyî, mafên demokratîk û vîna hevpar a gelê Kurd tê kirin, di meşa dîrokî ya gelê me de xwedî cihekî girîng e.

Gelê Kurd îro di qonaxeke pir girîng a dîroka xwe re derbas dibe. Kurdên ku bi sedsalan rûbirûyê polîtîkayên înkar, tinekirin, parçekirin û bêstatûbûnê hatîn hiştin, bi berdêlên mezin vîna xwe ya azadiyê parastin, şiyana xwe ya siyasî pêş xistin û bûn yek ji dînamîkên civakî yên herî girîng ên Rojhilatanavîn. Êdî ne pêkan e ku mirov qala hevkêşeyeke Rojhilatanavîn bike ku tê de Kurd neyên hesibandin û vîna wan tune bête zanîn.

Ev rastî ji bo Kurdan berpirsiyariyên nû jî tîne. Berî her tiştî, pêşxistina çanda diyalog, guftûgo û xebata hevpar di navbera Kurdan de erkekî dîrokî ye. Yekîtiya neteweyî ya Kurdan ne armanceke ku tenê tevgerek, partiyek an jî aliyekî siyasî bi tena serê xwe pêk bîne. Ev yekîtî dikare bi keda hevpar a hemû hêzên siyasî, rewşenbîr, jin, ciwan û dînamîkên civakî yên Kurd ava bibe.

Yekîtiya demokratîk a navbera Kurdan, ne ne-pejirandina cudahiyan e; berevajî vê, gihîştina cudahiyan e li ser zemîneke demokratîk. Armanc ne yekdengî ye, armanc ew e ku mirov di mijarên neteweyî yên hevpar de vîneke hevpar nîşan bide. Pêşxistina helwesteke hevpar di mijarên sereke yên ku berjewendiyên gelê me de ne, rênedana bikaranîna Kurdan a li dijî hev û parastina destkeftiyên neteweyî bi hişmendiyeke hevpar, divê di nav prensîbên bingehîn ên yekîtiyê de bin.

Ji ber vê yekê, pêşxistina pêvajoyeke berfireh a diyalog û muzakereyê di navbera Kurdan de xwedî girîngiyeke mezin e. Riya derbaskirina xeyidandin û veqetînên borî ne şer e; axaftin, nîqaşkirin û dîtina çareseriyên hevpar e. Fikra kongreyeke neteweyî ya demokratîk jî divê weke îfadeya saziyî ya vê hewceyiyê bête dîtin.

Ligel vê yekê, paşeroja gelê Kurd tenê bi yekîtiya neteweyî ve girêdayî nîne, di heman demê de bi têgihîştina civaka demokratîk ve jî girêdayî ye. Nêrîna civaka demokratîk esas digire ku pirsgirêk ne bi şer û tundûtûjiyê, belê bi siyaset, hiqûq û guftûgoya demokratîk çareser bibin. Ev nêrîn wekheviya gelan, demokrasiya herêmî, rêxistinbûna azad û jiyana hevpar diparêze.

Hilbijartina dîrokî ya li pêşiya gelê Kurd tenê nîqaşeke statûyê nîne. Mijara sereke ew e ku dê jiyaneke civakî ya çawa bête avakirin. Têgihîştina civaka demokratîk, azadiya gelê me bi azadiya gelên din re dinirxîne; armanca wê ne şer e jiyana hevpar e, ne parçekirin e yekîtiya demokratîk e.

Tişta ku îro pêdiviya me pê heye; rihê yekîtiya neteweyî ya bihêz di navbera Kurdan de, piştevaniya demokratîk bi gelên Rojhilatanavîn re û dîtineke hevpar a paşerojê ye ku li ser bingeha azadiyê ava bibe. Ji ber vê yekê, mezinkirina lêgerîna Kurdan ya ji bo yekîtiya demokratîk, parastina destkeftiyên neteweyî û bihêzkirina nirxên civaka demokratîk berpirsiyariya me hemûyan ya hevpar e.

Bi van hest û ramanan ez civîna we careke din silav dikim û hêvî dikim ku nîqaş û encamên ku dê derkevin holê, xizmeta yekîtî, azadî û paşeroja demokratîk a gelê me bikin.

Ez serkeftinê dixwazim û hemû beşdaran bi rêz silav dikim.”