Kurdistanî û dostên wan ên Fransî yên li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi daxwaza "mafê hêviyê" ji bo Rêber Apo meşiyan.
Meşa ku 6’ê Hezîranê roja Şemiyê saet di 18:00’an de li Qada Canebière dest pê kir, heta Vieux Port berdewam kir. Di meşê de posterên Rêber Apo û al hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Liberté pour Ocalan" û “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re aştî” hatin berzkirin.
Li Vieux Portê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku ji bo Rêber Apo rola xwe ya di pêvajoya nû de bilîze di şert û mercên azad de bi gelê Kurd re têkilî dayne û "mafê hêviyê" bê naskirin.
BANGA JI BO BICIHANÎNA BIRYARÊN DMME’YÊ
Siyasetmedar Salih Azad bi zimanê Fransî daxuyanî xwend û diyar kir ku tevî bangên Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran, Tirkiyeyê gavên pêwîst ên qanûnî neavêtiye. Azad bi bîr xist ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya 2014’an hîn jî nehatiye bicihanîn û anî ziman ku divê sererastkirina derbarê cezayên girankirî yên heta hetayê were çêkirin.
Azad destnîşan kir ku Komîteya Wezîran di Îlona 2025’an de bang li Tirkiyeyê kir ku tedbîrên lezgîn bigire û heta dawiya Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê lê heta niha tu pêşketinek şênber çênebûye.
'OCALAN YEK JI MUXATABÊ GIRÎNG Ê ÇARESERIYÊ YE'
Di axaftinan de hat diyarkirin ku Rêber Apo zêdetirî 27 sal in di girtîgehê de ye, di vê demê de ji bo çareseriyek aştiyane û siyasî ya pirsgirêka Kurd hewl daye. Hat destnîşankirin ku Rêber Apo nûnerê gelê Kurd e û yek ji muxatabê girîng ê çareseriyê ye.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku pêvajoya heyî tenê bi Tirkiyeyê re ne sînorkiriye û divê rewşa gelê Kurd ên li Îran, Iraq û Sûriyeyê jî li ber çavan were girtin. Hat gotin ku ji bo misogerkirina aramî û aştiya herêmê divê Rêber Apo bi aayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibe.
DAXWAZÊN DERKETIN PÊŞ
Di çalakiyê de ev daxwaz hatin gotin:
Divê tavilê biryara DMME’yê ya 2014’an were bicihanîn û "mafê hêviyê" were naskirin,
Komîteya Wezîran divê xurtir mekanîzmayên çavdêrî û zexta siyasî têxe dewrê,
Divê Rêber Apo were berdan û beşdariya çalak a pêvajoya aştiyê were misogerkirin.
Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.