Swîsre li ber biryardaneke dîrokî ye

Swîsre di 14'ê Hezîranê de bi navê "Keine 10-Millionen-Scheweiz - Nachhaltigkeitsinitiative" referandûmek tê lidarxistin. Armanc ji vê referandûmê ew e ku heta sala 2050'î nifûsa vî welatî 10 milyon mirovî derbas neke.

REFERANDÛMA SWÎSREYÊ

Swîsre di 14'ê Hezîranê de yek ji referandûmên herî girîng ên dîroka xwe dike. "Keine 10-Millionen-Schweiz- Nachhaltigkeitsinitiative" (Na ji Swîsreya ji nifûsa 10 milyonî - Hewldana Berdewamiyê) re ku pêşkêşî dengdana gel tê kirin, tê xwestin ku nifûsa welêt heta sala 2050'î 10 milyonî derbas neke. Hewldana ku destpêkê weke pêşniyarek li ser plansaziya nifûsê bê dîtin jî, bi esasî bingeha nîqaşeke kûr a li ser daxwaza şêweyê welatekî ji bo paşerojê ye.

Salên dawî, bi taybetî piştî ku peymana ger û geşt a serbest di sala 2002'an de kete meriyetê, nifûsa Swîsreyê bi lez zêde bû. Serketina aborî ya welêt, pîvanên jiyana bilind û bazara xurt a kar ji bo gelek mirovên ji herêmên cuda yên cîhanê û Ewropayê bûye navendek ku ber bi xwe ve dikişîne. Lê belê vê mezinbûnê bi xwe re hin pirsgirêk jî anî. Bi taybetî zehmet bû ku li bajarên mezin xanî bêne peydakirin, buhayê kirê zêde kir û zexta li ser binesaziya ragihandinê giran kir.

Li welatê ku demokrasiya yekser lê bi cih tê anîn, zexta koçberiyê ya zû zêde dibe, bû sedem ku dijberiya li koçberan û partiyên neteweperest ên rastgir lê mezin bibe. Di hilbijartinên giştî yên dawî de ku sala 2023'an hate kirin, Pariya Gel a Swîsreyê a rastgir, ku zêdebûna nifûsê, penaber û koçber xist rojeva xwe ya bingehîn, li Meclîsa Federal a Swîsreyê ya ji 200 kursiyan bi rêjeya ji sedî 28'an bû partiya yekemîn û 62 kursî bi dest xist. Bi vî rengî partiyên navendî yên rastgir hem li Meclîsa Federal hem jî li Konseya Eyaletê serwer bûn.

Hewldana "Na ji Swîsreya ji 10 milyon mirovî" weke encamek ji vê atmosfera siyasî derkete holê. Li gorî rêveberên kampanyayê, erdnîgariya bi sînor a Swîsreyê û çavkaniyên wê yên xwezayî digihêjin wê astê ku nifûsa timî zêde dibe nikaribe rake. Îdîa dikin ku ji ber vê eykê divê zêdebûna nifûsê bê kontrolkirin.

Yên ku li ber vê hewldanê radibin jî bi bîr dixînin ku aboriya Swîsreyê bi giranî xwe dispêre hêza kar a koçberan. Ji personelên tenduristiyê yên li nexweşxaneyan heta bi şîrketên endezyariyê, ji sektora înşaetê heta bi tekonolojiyên agahiyê li gelek qadan xebatkarên biyanî bi roleke girîng radibin. Her ku nifûsa Swîsreyê extiyar bû û rêjeya jidayikbûnê jî kêm bû, tê payin ku valahiya hêza kar zêdetir bibe. Lewma dibêjin, ji ber vê jî bisînorkirina koçê ya bi rengekî hişk, dibe ku aboriyê lawaz bike û zextên nû li ser sîstema ewlekariya civakî çêbike.

Partiyên siyasî, nûnerên saziyan û rojnamevanên li Swîsreyê referandûma 14'ê Hezîranê nirxandin.

Hevseroka Mîgrant (Yekîneya Koçberiyê) ya Partiya Sosyalîst Sînem Gokçe di sala 2024'an de ji bo vê wezîfeyê hate hilbijartin. Sînem Gokçe ku bi xwe Kurd e, anî ziman ku referandûma di 14'ê Hezîranê de bê kirin, yek ji referandûmên herî berfireh ên salên dawî yên li Swîsreyê ye.

Sînem Gokçe anî ziman ku piştî ger û geşta serbest di sala 2002'an de destpê kir, nifûs bi giranî ji ber koçberiyê bi qasî 1,7 milyon mirovî zêde bû û got, "Di vê zêdebûna nifûsê de hejmara mirovên ku koç kirine bi giranî bi bazara kar ve girêdayî ye. Dema ku aborî zindî dibe, şîrket nikarin hêza kar a têrker li nava welêt peyda bikin. Nexweşxane û saziyên lênihêrînê jî di nav de saziyên cemaweriyê personelên pispor ên pêwîstiya xwe bi wan heye bi giranî ji welatên Yekîtiya Ewropayê tînin."

'KOÇBER DI HEDEFÊ DE NE'

Sînem Gokçe anî ziman ku rêveberên kampanyayê dibêjin, ew vê kampanyayê bi armanca "Berdewamiyê" dikin û got, "Nav masûm tê dîtin, lê belê naveroka wê bi heman rengî nîne. Tê xwestin ku xaleke nû li Destûra Bingehîn bê bicihkirin: Nifûsa daîmî ya Swîsreyê wê beirya 2050'î 10 milyonî derbas neke. Weke îhtimaleke dûr tê dîtin, lê belê eger nifûs 9 miluyon û nîvî derbas bike wê Konseya Federal û Parlament neçar bimînin ku tedbîran werbigirin.

Diyar e ku astengiyên li pêşiya yekbûna malbatan û yên li qada penaberiyê wê bibin tedbîrên destpêkê. Her wiha Konseya Federal dikare bi xwe diyar bike ku kî weke penaber bêne naskirin û 'kontenjanên penaberiyê' destnîşan bike. Di rewşeke bi vî rengî de, mirovek ku ji herêmeke şer bireve û xwe li Swîsreyê bigire, dibe ku ev daxwaz bê redkirin."