Li Îngilistanê di doza Old Bailey de fealiyetên demokratîk û siyasî yên Kurdan hatin hedefgirtin. Di dozê de Saziya Dozgeriyê ya Îngilistanê (CPS) biryar da ku doz 10’ê Çileya 2028’an were dîtin. CPS’ê biryar da ku Alî Poyraz, Ercan Akbal û Turkan Ozcan jinûve bên darizandin, Berfîn Kurban were berdan û darizandina derbarê Agît Karataş û Mucahît Sayak jî were rawestandin.
27’ê Mijdara 2024’an li Londonê polîsan li hemberî Navenda Civaka Kurd û aktîvîstên Kurd dest bi operasyonên berfireh kir. Di vê pêvajoyê de 6 aktîvîstên Kurd bi “endamtiya rêxistinê”, “li ser navê rêxistinê meşandina fealiyetan” û hwd hatibûn sûcdarkirin. Li Old Bailey ku yek ji dadgehên cezayê ya herî bilind a Îngilistanê ye, nêzî 5 meh û nîvan darizandin dom kir. Piştre jurî di beşa mezin a sûcdariyên sereke de negihiştin biryareke hevpar û dosya ji Saziya Dozgeriyê ya Îngilistanê re hatibû şandin.
Li CPS’ê îro bi tevlîbûna parêzer û Kurdên tên darizandin re, rûniştin hate lidarxistin. Di rûniştinê de car din Alî Poyraz, Ercan Akbal û Turkan Ozcan derketin pêşberî jurî û biryar hate dayîn ku bên darizandin. Dozgeriyê biryar da ku darizandina nû 10’ê Çileya 2028’an were destpêkirin.
Dozgeriyê biryara berdanê ji bo Berfîn Kurban da, ji bo Agît Karataş û Mucahît Sayak jî biryara darizandina jinûve neda. Bi vî rengî sûcdariyên derbarê sê aktîvîstên Kurd, bi temamî hatin xistin.
Di gel ku aliyê parastinê ne xwediyê mafê îtîraza rasterast a li dijî biryarê ye jî serlêdan kir ku kelepçeyên ku ev nêzî 18 meh in bi piyên Alî Poyraz, Ercan Akbal û Turkan Ozcan ve werin derxistin û daxwaza rakirina tedbîra kontrola edlî kir.
Dozgeriyê sepana kelepçeya elektronîk, mecbûriyeta mayîna li malê û şertê îmzedayîna li navenda polîsan rakirin. Lê belê wê ji bo Poyraz, Ozcan û Akbal qedexeya têketina Navenda Civaka Kurd, astengiya derketina derveyî welêt û berpirsiyariya diyarkirina navnîşanê berdewam bike.
Derdorên parastinê diyar kirin ku di tevahiya dozê de tu çalakiyên tundiyê yan jî delîlên sûcî yên şênber nehatine nîşandan û dan zanîn ku daraz kiryarên demokratîk û siyasî yên Kurdan hedef digire. Parastinê diyar kir ku biryara jinûve darizandinê jî xwedî wesfeke siyasî ye. Parêzerên parastinê jî îfade kirin ku dibe dozgerî di vê pêvajoyê de delîlên nû nîşan bide û hate diyarkirin ku dirêjkirina dozeke hilweşiyayî ji bilî ezîyetê nayê tu wateyên din. Parêzerên parastinê anîn ziman ku doz bi temamî hilweşiyaye û tevî ku motîvasyoneke bimantiq nemaye jî domandina wê derqanûnî ye.
Ji bersûcan Alî Poyraz jî ku wê jinûve were darizandin got ku li Îngilistanê tevî hilweşîna doza ku kiryarên demokratîk û siyasî yên Kurdan hedef digire jî dayîna biryara darizandina jinûve ‘polîtîk’ e.
Poyraz anî ziman ku Kurd careke din ji berjewendiyên aborî û bazirganî yên navneteweyî re tên qurbanîkirin û got: ‘’Ji ber ku doz polîtîk e wê biryar jî polîtîk be.’’ Poyraz piştre diyar kir ku ew ê di vê doza ku gelê Kurd tê darizandin de parastina têkoşîna demokratîk bikin û wê bidomînin.