16’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê ku li Rebstockparka bajarê Frankfurt ê Elmanyayê tê lidarxistin, di 5-6’ê Hezîranê de bi tevlîbûneke zêde pêk hat. Festîvala ku bi şîara “Bi hev re ber bi Dersima Demokratîk û Xweser ve” de daxwaza “aştiya bi rûmet” hat lidarxistin, li gel çalakiyên çandî, bi panel, hevpeyvîn û konseran bi hezaran kesî anî ba hev.
ROJA EWIL PÊVAJOYA AŞTIYÊ Û ROJHILATA NAVÎN HATE NÎQAŞKIRIN
Roja ewil a festîvalê bi panela bi ser navê, “Gefa Şer a Emperyalîst, Pêvajoya Aştiyê, Elewî û Dersim destpê kir. Hevseroka Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gulten Kişanak, parlamenterên berê yên HDP’ê Erdal Ataş û Îdrîs Baluken wekî axaftvan tevlî panelê bûn. Di panela bi moderatoriya Demîr Çelîk de geşedanên li Rojhilata Navîn, pirsgirêka Kurd, destwerdanên emperyalîst û têkoşîna demokratîk hate nîqaşkirin.
DI PANELA JIN DE KOÇBERÎ Û NASNAME HATIN NÎQAŞKIRIN
Roja duyemîn a festîvalê jî bi panela bi ser navê, “Li Dîasporayê Koç, Jin û Jiyan” destpê kir. Aktivîst Songul Omurvan û nivîskar-aktivîst Seher Yegîn wekî axaftvan di panela bi moderatoriya Hulya Şîmsek de cih girtin.
Di panelê de hate destnîşankirin ku koçberî ne tenê ne tenê guhertineke cihî ye, di heman demê de travmayeke civakî ye ku di ziman, çand û bîrê de şop dihêle.
BERNAMEYA DÎKÊ BI GULBANGÊ DESTPÊ KIR
Pêşkêşiya bernameya dîkê ya festîvalê Pinar Kazan û Alî Guler kir. Bername bi xwendina gulbangê ji aliyê Firaz Yalvaç Ana û Cevahîr Altunok Ana destpê kir.
Hevserokên Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) Hurî Kabayel û Şahîn Polat, Serokê Federasyona Yekîneyên Dersima Demokratîk a Ewropayê (ADEF) Muharem Erdogan û Hevserokên Kongreya Avakirina Dersimê (DÎK) Erol Aydin û Akîfe Polat beşdaran silav kir.
Hunermend Pinar û Îmam Ozgul bi berhemên xwe pêşkêş kirin û pêşandanên folklorê hatin kirin.
AYTEN KORDU: DERSIM NE BÊXWEYÎ YE
Parlamentera DEM Partî ya Dersimê Ayten Kordu di festîvalê de axivî û anî ziman ku bi polîtîkayên madenê yên ku li Dersimê tê meşandin re, êrîşên piralî yên li ser bawerî, ziman û nirxên civakê dewam dikin.
Ayten Kordu bal kişand ser tundiya li ser jinana û dosyaya Gulîstan Doku jî û destnîşan kir hewl tê dayîn ku civakê bi hişbir, fihûş û polîtîkayên cihêkirinê veguherînin.
Kordu bertek nîşanî gotina, “Dersim bêxweyî ye da û wiha got, “Dersim ne bêxweyî ye. Xwediyê Dersimê, Dersimî ne.”
Kordu bang li Dersimiyên li dîasporayê jiyan dikin kir û diyar kir ku divê têkiliyên wan ên bi bajêr ve xurt bibe û wiha got, “Ne tenê ji bo serdanan, divê ji bo xwedîderketinê biçin Dersimê.”
HUSEYÎN MAT: EM AŞTIYEKE BI RÛMET DIXWAZIN
Serokê Giştî yê Federasyona Yekîneyên Elewî ya Ewropayê (AABF) Huseyîn Mat di axaftina xwe de anî ziman ku Elewî ne tenê di rojên bi êş de, di cejn û rojên keyfxweşiyê de tên ba hev.
Mat diyar kir ku ev yekîtîbûn hin aliyan ne rehet dike û wiha got, “Em kesên ku dema govendê jî digerînin, li ba hev in.” Mat destnîşan kir ku Dersimî û Elewî wê nebin parçeya tu hesabên siyasî.
Mat daxuyaniya karsaz Rahmî Koç a li ser jin û nasnameyên etnîkî jî rexne kir û anî ziman ku ew ê destûr nedin ku ziman werin biçûkxistin.
Mat daxwaza aştiya civakî û welatiya wekhev dubare kir û wiha got, “Em aştiya bi rûmet dixwazin. Em êdî naxwazin bibin civakê ku tê birêvebirin.”