Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe ya li 16’emîn Festîvala Çanda Dersimê ya Ewropayê ya li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê de, ji geşedanên Rojhilata Navîn heta êrîşên li ser Elewiyan a li Sûriyeyê, ji polîtîkayên şerê taybet ê Dersimê heta pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, di gelek mijaran de nirxandinan kir. Hatîmogullari diyar kir ku wê aştî bi xwe neyê û wiha got, “Aştî wê di sêniya zêrîn de neyê pêşkêşkirin. Aştî wê bi rêxistinbûn û têkoşînê re were bi dest xistin.”
BERTEKA LI DIJÎ ELEWIYÊN LI SÛRIYEYÊ
Hatîmogullari diyar kir ku di rêveberiya HTŞ’ê de li Sûriyeyê êrîşên li ser Elewiyan dewam dikin û anî ziman ku Elewiyên Ereb ên li Lazqiye, Hama, Humus û Şamê jiyan dikin, hedef tên girtin.
‘DERSIMÊ WEKÎ LABORATUVAR BIKARTÎNIN’
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku polîtîkayên şewitandina gundan û koçberiya bi zorê ên di salên 1990’an de, îro bi rêbazên cuda dewam dike û diyar kir ku bi hişbir, çetebûn û pêkanînên şerê taybet ciwan tên hedefgirtin.
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku Dersimê wekî laboratuvarê girtine dest û û diyar kir ku hewl tê dayîn ku ciwanan ji ziman, bawerî û nirxên wan ên civakî qut bikin.
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser dosyayên Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş jî û diyar kir ku divê ev bûyer werin ronîkirin.
‘EM JINÊN WINDA DIGERIN’
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku li Dersimê jin dibin hedef û navên Gulîstan Doku û Rojîn Kabaîş bi bîr xist û wiha got, “Em keçên winda ên Dersimê digerin. Em li dijî têgihiştina ku hewl didin jinan bi rêbazên cuda tune bikin, têkoşîna jinan wê dewam bike.”
‘BANGA OCALAN DI CIHÊ XWE DE YE’
Tulay Hatîmogullari beşa girîng a axaftina xwe ji bo pêvajoya aştiyê veqetand û anî izman ku banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîna jî derbasdar e.
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku piştî banga Rêber Apo aliyên eleqeder hîn gavan avêtine û diyar kir ku divê hikûmetê niha gavên şênber biavêje.
Tulay Hatîmogullari wiha got, “Gava herî girîng ku tê bendewarkirin, derxistina qanûnan û pêkanîna zemîna qanûnî û hiqûqî ya statuya Birêz Ocalan e.”
‘OPERASYONÊN LI DIJÎ CHP’Ê AŞTIYÊ SABOTE DIKE’
Hatîmogullari rexne li operasyonên darazê yên li djî CHP’ê kir û diayr kir ku ev destwerdan siyaseta demokratîk hedef digre.
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku ew wekî DEM Partiyê li dijî van operasyonan e û wiha got, “Ev operasyon pêvajoya aştiyê sabote dikin.”
‘EM Ê AŞTIYÊ BI HEV RE AVA BIKIN’
Tulay Hatîmogullari got ku Rojhilata Navîn ji demekî zehmet re derbas dibe û anî ziman ku ew ê tevî vê jî dev i têkoşîna aştiyê bernedin.
Tulay Hatîmogullari têkoşîna Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî silav kir û wiha got, “Aştî wê bi rawestandinê neyê. Wê bi têkoşîna hevpar a jin, ciwan, Elewî, gelên cuda û baweriyan were avakirin. Em di wê baweriyê de ne ku di tarîtiyê de bikevin ronahiyê.”