ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Ji bo bicihanîna biryarên "mafên hêviyê" yên têkildarî Rêber Apo û girtiyên din ên siyasî, saziyên ku agahî dan KWKE'yê, banga reformê kirin. Koordînatora CISST'ê Melîs Gebeş got, pêşketineke şênber nîne û anî ziman ku binpêkirin dewam dikin, lewma pêwîstî bi reformê heye.

Di weşangeriya Kurdî de pirtûk û cihêrengî zêde dibe, lê belê hejmara xwendevanan kêm dibe. Weşanger û nivîskar gotin, j ibo pirsgirêkên weşanxaneyên Kurdî bêne çareserkirin û pirtûkên Kurdî hîn bêhtir bêne xwendin, işaret bi girîngiya statuya Kurdî kirin.

Swîsre di 14'ê Hezîranê de bi navê "Keine 10-Millionen-Scheweiz - Nachhaltigkeitsinitiative" referandûmek tê lidarxistin. Armanc ji vê referandûmê ew e ku heta sala 2050'î nifûsa vî welatî 10 milyon mirovî derbas neke.