Girtiyên nexweş divê bên berdan
Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş Pinar Tîkît, Abdulhalîk Orak û Adnan Oztel banga berdanê hate kirin.
Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş Pinar Tîkît, Abdulhalîk Orak û Adnan Oztel banga berdanê hate kirin.
ÎZMÎR: Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê jî li ber Sumerbanka berê ya Konakê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne nebe hevkarê sûc” hate vekirin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdulhalîk Orak ê 58 salî yê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kirikkale tê ragirtin.
STENBOL: Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê jî di hefteya 741’an a çalakiya “Rûniştina F” de, li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglû ya li Stenbolê civiya. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Adnan Oztel (56) ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Tekîrdagê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate hildan û dirûşmeyên “Bila Adnan Oztel were berdan” û “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe” hatin berzkirin.
ENQERE: Înîsiyatîfa Azadî ji bo Girtiyên Nexweş ji bo bal bikêşe ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 613’an a çalakiya xwe de li Caddeya Sakaryayê civiya. Di çalakiyê de banga berdana girtiya nexweş Pinar Tîkît a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê ragirtin, hate kirin.