Civîna Desteya Giştî ya serdema 2025-2026’an a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku li bajarê Venlo ya Hollandayê hat lidarxistin, bi rûniştina duyemîn berdewam kir. Di civînê de mijarên wekî pêşketinên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn û çarenûsa siyaseta Kurd hatin nîqaşkirin û rapora xebat û encamên saziyê pêşkêşî delegeyan hat kirin.
Rapora ku di desteya giştî de hat xwendin, nirxandinên berfireh ên destkeftiyên heyî yên siyaseta Kurd, pêngavên dorpêçkirinê yên leşkerî û aborî yên dewletên herêmî, lawaziya sazûmanî û girîngiya yekîtiya neteweyî hatin kirin. Di raporê de rîskên ku Kurd di asta herêmî û navneteweyî de pê re rû bi rû dimînin û stratejiyên hevpar ên ku li dijî vê bên pêşxistin hatin rêzkirin.
Civîn bi axaftinên Êarêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir, nûnerê GORAN Meran Saleh, nûnerê Tevgera Zahmetkeşan, nûnerê PJAK’ê û li ser navê Jinên Kurd ên Ewropayê Sultan Oger berdewam kir. Piştre nûnerên saziyan û mêvanên vexwendî nirxandin kirin. Hin endamên KNK’ê yên ku ji ber pirsgirêkên vîzeyê nekarîn beşdarî civînê bibin, bi rêya înternetê beşdarî rûniştinan bûn.
Piştre, rapora xebatên KNK’ê ya ku serdema 2025-2027’an digire nav xwe û rapora encamnameyê ya ku rexne û pêşniyaran pêşkêşî delegeyan hat kirin. Piştî nîqaşên li ser raporê, pêvajoya dîroka 27 salan a KNK’ê hat nirxandin û li ser guhertinên rêzikname û bernameya rêxistinkirinê de nêrîn hatin girtin.
Di rapora ku di Desteya Giştî de hat qebûlkirin de xalên sereke û pêşniyarkirên çareseriyê wiha hatin rêzkirin:
HEVSENGIYÊN HÊZÊN CÎHANÎ Û RASTIYA KURD
Di raporê de pêvajoya heyî ya li Rojhilata Navîn wekî "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn" hat nirxandin. Hat destnîşankirin ku şerê hegemonîk a di navbera blokên Rojava û Rojhilat de teşe dide herêmê û hat gotin ku ji bo ku Kurd di vê hevsengiyê de statuyeke mayînde bi dest bide divê dîplomasiyeke derve ya rast û pragmatîk bimeşîne.
Di raporê de hat destnîşankirin ku têkiliyên navneteweyî li ser berjewendiyê û hêzê têne meşandin û lawaziya ku ji ber parçebûnê derketiye wiha hat vegotin:
"Di pergala navneteweyî de, ti kes bi aktorên parçebûyî û lawaz re hevpeymanên mayînde û stratejîk çênake. Her hêz dixwaze aktorên bihêz, yekgirtî û dizanin çi dixwazin bibînin. Ji bo Kurd wekî aktorê jeostratejîk û jeopolîtîk li ser masê rûnê, ev yek tenê bi Yekîtîya Neteweyî ya Demokratîk pêkan e.”
Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku Kurdan bûne muxatabê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, polîtîkayên wan ên Kurdan li derveyî hikûmetan bûye polîtîkayeke dewletê. Hat bibîrxistin ku li ser desthilatdariyê kîjan partî an jî rejîm hebe jî nêzîkatiya wan naguhere û divê siyaseta Kurd stratejiya xwe li gorî vê rastiyê ava bike.
Di raporê de bal kişand ser şert û mercên "şerê hîbrîd" ên sedsala 21’an û hat destnîşankirin ku divê tevgerên Kurd rêbaz û amûrên xwe yên têkoşînê li gorî şert û mercên serdema nû ji nû ve ava bikin.
STRATEJIYA FETISANDINA ABORIYÊ
Di raporê projeya "Riya Pêşketinê" ya ku di navbera Tirkiye û Iraqê de hatiye pêşxistin wekî yek ji gefên stratejîk ên herî girîng li ser destkeftiyên Kurdan hat destnîşankirin. Di raporê de hat gotin ku Tirkiye bi hikûmeta Sûriyeyê re koordînasyon avakiriye, ji ser Ovakoyê re bi xeta Rabîa û Tel Afarê heta Bexdayê dirêj dibe dest bi xebitandina korîdora bazirganiya ya altenatîf kiriye.
Hat gotin ku ev pêşketin du rîskên girîng diafirîne:
Rîska leşkerî: Bi hinceta ewlehiya rê, herêmên Xanesor û Şengalê veguherandine qadên operasyona leşkerî ya domdar.
Rîska aborî: Ger korîdor bi kapasîteya tam bixebite, Deriyê Sînor ê Xabûrê ku yek ji noqteyên girîng ê derbasbûna aboriyê ya Başûr e wê xebitîna wê lawaz bibe û ev ê jî li ser aboriya herêmê encamên cîdî çêbike.
LI ROJAVA DORPÊÇA ŞAMÊ DE Û RÎSKÊN SIYASÎ
Di raporê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di serdemek krîtîk re derbas dibe. Hat diyarkirin ku beşek girîng ji çavkaniyên aborî yên herêmê di bin kontrola rejîma Şamê de hatin hiştin, beramberî vê yekê hewl tê dayîn ku destkeftiyên leşkerî û ewlehiyê bên parastin.
Hat destnîşankirin ku têkiliya ku bi Şamê re hatine pêşxistin dibe ku di demek kin de demê qezenc bike, lê di demek dirêj de girêdayîbûna aborî di qadên leşkerî û sivîl de rîskan bi xwe re tîne. Hat bibîrxistin ku rejîma Şamê li parlamentoyê tenê çar kursiyan ji Kurdan reveqetandiye ê ev yek nêzîkatiyê wê nîşan dide.
LI BAŞÛR GEFA PARÇEBÛN Û TECRÎDÊ
Di raporê de hat gotin ku Başûrê Kurdistanê tevî ku statuya destûrî heye jî, diroka xwe de serdema herî şikestî dijî û tevî ku di ser hilibajrtinê de demek dirêj derbasûye jî avanekirina hikûmetê hat rexnekirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê de bandorek neyînî li ser aramiya siyasî û aboriyê dike û ev rewş bêparastina li hemberî destwerdanên derve zêde dike.
Her wiha di raporê de hat diyarkirin kuji ber ku hêzên Pêşmerge di bin fermandariyek hevpar de nabin yek ev yek di warê piştgiriya navneteweyî de rîskekê diafirîne û li ser lihevkirineke gengaz a DYE-Îranê wê ji bo Başûr pirsgirêkên jeopolîtîk ên nû biafirîne.
LI ROJHILAT LAWAZIYA REJÎMÊ Û TEVGERA CIVAKÎ
Di raporê de hat destnîşkirin ku Îranê di demên dawî de di aliyê leşkerî û aborî de windayiyek cîdî jiya û rejîm wekî berê ne bi hêz e.
Di raporê de hat diyarkirin ku civak di bin zextek mezin a aborî, civakî û psîkolojîk de ye û bi taybet daxwaza guherînê ya nifşê ciwan her ku diçe mezin dibe. Di raporê de hat gotin ku piştî agirbesta herêmî ya gengaz wê tevgera civakî bêtir xuya bibe.
NÎQAŞÊN DIYALOGÊ TÊN LI TIRKIYEYÊ
Di raporê de her wiha cih da nîqaşên li Tirkiyeyê yên li ser têkilî û diyaloga ku bi rêya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku ev rewş nîşan da ku pirsgirêka Kurd û rastiya siyasî ya Kurd nayê înkarkirin.
Hat destnîşankirin ku derbarê pêvajoyê de di nava raya giştî ya Kurd de pirsên cidî hene û nîqaşên li ser ka pêvajo çareseriyek demokratîk e an parçeyek ji stratejiyek cûda ye berdewam dikin. Her wiha hat destnîşankirin ku saziyên siyasî yên Kurd divê zimanek siyasî ya bihêztir pêş bixin da ku civakê bi awayekî rast agahdar bikin û helwestek hevpar pêş bixin.
JI KNK’Ê REXNEDAYÎNA SAZÛMANÎ
Di Desteya Giştî de xebatên sazûmanî yên KNK’ê hatin nirxandin. Di raporê de hat bibîrxistin ku li Washingtonê nûnertiya bi navê KNC’ê bi awayekî fermî hat vekirin û ev yek ji destkeftiyên girîng ên dîplomatîk bû.
Hat ragihandin ku di serî de Fransa, Kanada, Îngiltere, Hindistan, Awûstûralya û gelek welatn din têkiliyên dîplomatîk hatin kirin û di nav saziyên Ewropayê de ji bo statuya Rêber Apo û mafê hêviyê xebat hatin meşandin.
Her wiha di raporê de li ser kêmasiyên saziyê jî rexnedayîn hat dayîn. Bi taybetî Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdehiyê di aliyê parastina zimanê Kurdî, pêşxistina polîtîkayên perwerdehiyê û xurtkirina xebatên çandî de negihîşt armanca ku danîbû pêşiya xwe.
PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ
Di raporê de nexşerêya ku gelê Kurd li hemberî polîtîkayên dorpêçkirin û zordariyê yên piralî bimeşîne hat rêzkirin.
Li gorî vê yekê;
Pêvajoyên diyalogê yên gengaz ku li Tirkiyeyê werin meşandin divê li ser bingeha misogeriya destûrî û hiqûqî bin,
Divê tevgera siyasî ya Kurd koordînasyona stratejîk a hevpar pêş bixe,
Divê li Başûr sazûmankirina hikûmetê were temamkirin û hêzên Pêşmerge di bin avahiyek neteweyî ya hevpar de werin yekkirin,
Divê têkiliyên siyasî, aborî û civakî yên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de werin xurtkirin,
Divê xebatên ziman, çand û hunerê were berfirehkirin û li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê berxwedana civakî were mezinkirin.
Di dawiya raporê de hat diyarkirin ku gelê Kurd li gorî serdemên berê xwedî ezmûn û berhevkirinek siyasî ya mezin e, lê avaniya parçebûyî ya vê hêzê lawaziyeke girîng derdixe holê. Hat destnîşankirin ku ji bo berhevkirina dîrokî veguhere destkeftiyên mayînde ev yek bi yekîtiya neteweyî, dîplomasiya profesyonel, sazûmankirin û aqlê stratejîk a hevpar pêkan e.
Piştre delege û nûnerên saziyan di Desteya Giştî de axivîn, nêrînên xwe li ser polîtîkayên serdema nû, kêmasî û pêşîniyên KNK’ê anîn ziman. Hat diyarkirin ku civîn wê sibe jî berdewam bike.