NûJINHA: Em tevî êrîş û gefên li dijî ajansa xwe, fealiyetên xwe dimeşînin

Komek sîber ya xwe wek ‘Hanzele’ da nasîn, li hember NûJINHA’yê peyamên bi gef weşand û li hember bingeha dîjîtal a ajansê êrîş pêk anî. Ajansê li dijî êrîşê wiha got: “Tevî êrîş û gefên li hember ajansa me, em fealiyetên xwe dimeşînin.”

Komek sîber ya xwe wek ‘Henzele û Dîrenîş Eksenî’ da nasîn,  bi peyamên tehîdwarî NûJINHA hedef girt. Komê di daxuyaniya de îfadeyên nefretê li hember Kurdan bikar anî û gef xwar.

Di peyama mijara gotinê ye de Kurd û saziyên Kurdan hedef hatin girtin û îfadeyên gefê yên der barê geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê, cih girtin.

Ajansê di daxuyaniya ku da de wiha got: “Tevî êrîş û gefên li hember ajansa me, em fealiyetên xwe dimeşînin. Ev hewldanên ku azadiya çapemeniyê hedef girtin, nayên qebûlkirin.”