Li Efganistanê di salên dawî de qadên daristanî ji sedî 35 zêde bûne

Li Efganistanê, ku ji ber şerê bi salan qadeke berfireh ji daristanên xwe winda kir, hewldanên ji nû ve çandina daran û geşkirina daristanan yên vê dawiyê encamên erênî dane. Rûbera daristanî ya welêt di navbera salên 2011 û 2025’an de ji sedî 35 zêde bûy

Li gorî AFP’ê, daristanên li Efganistanê ku ji ber şerên bi salan zirar dîtine, ji nû ve geş dibe.

Pispor, dibêjin ku di navbera dagirkirina Sovyetê ya sala 1979’an û destpêka salên 2000’an de bi qasî nîvê daristanên welêt hatine wêrankirin. Lê belê, di salên dawî de bi saya projeyên ji nû ve çandina daran, daristan ji nû ve geş dibe.

Li gorî daneyên Enstîtuya Neteweyî ya Îstatîstîkê ya Efganistanê, di navbera salên 2011 û 2025’an de qada daristanî ya welêt ji sedî 35 zêde bûye.

Her çend pispor dibêjin ku guherîna avhewayê, hişkesalî û kêmbûna avê hîn jî xetereyên mezin çêdikin jî, vegera cureyên çûkan û zêdebûna biyolojîk li gelek herêman wekî pêşketinên ku hêvî didin tên nirxandin.