Krîza avhewayê ne tenê pirsgirêka welatên xizan e
Germa zêde ya li Ewropayê careke din raxist pêş çavan ku krîza avhewayê gefeke global e ku ne tenê welatên xizan her wiha bandoreke yekser li welatên dewlemend jî dike.
Germa zêde ya li Ewropayê careke din raxist pêş çavan ku krîza avhewayê gefeke global e ku ne tenê welatên xizan her wiha bandoreke yekser li welatên dewlemend jî dike.
Pêla germa zêde ku li Ewropayê hefteyên dawî rû da, bandora guherîna avhewayê ya li ser jiyana rojane, aborî, tenduristî û sîstema enerjiyê şênber kir. Ji Parîsê heta bi Londonê, li Elmanyayê heta bi welatên li qiraxa Derya Spî li gelek herêman germahî gihîşt 40 pileyî. Vê yekê nîşan da ku krîza avhewayê êdî ne tenê pirsgirêka erdnîgariyeke dûr e.
Di nîqaşên têkildarî guherîna avhewayê de hin derdoran dema dawî bi taybetî digotin ku krîz bandorê bi esasî li welatên xizan dike. Bi vê nêzîkatiyê re işaret bi encamên giran ên krîz avhewayê li welatên xizan hatibe kirin jî bandora li welatên dewlemend dinixumand.
Halbûkî pêla germahiyê ya dawî li Ewropayê rû da, nîşan dide ku krîza avhewayê li welatên ku asta aramiyê bilind e jiyanê tengav dike. Germa zêde ne tenê bandorê li mirovên li derve dixebitin dike, her wiha li çîna navîn, kedkar û bi milyonan mirovî dike ku jiyana xwe ya rojane dewam dikin. Li Londonê hin çalakiyên ku wê di çarçoveya Hefteya Çalakiyê ya Avhewayê de bihatina lidarxistin ji ber germa zêde hatin betalkirin.
Di germa zêde de mayina li malê gelek caran weke rêyeke ewle bê dîtin jî ev yek ji bo wan mirovan derbasdar e ku merc û derfetên xwe yên stargeha guncaw û klîmayê heye. Yên ku li maleke bê klîma dimînin, berê xwe didin dikanan an jî cihên din ên girtî yên hênik. Ev rewş asta çînî ya krîza avhewayê radixe pêş çavan.
Pêla hewa germ di heman demê de zexteke mezin li sîstemên enerjiyê jî dike. Li Ewropayê zêdebûna bikaranîna klîmayê pêwîstiya bi elektrîkê jî zêde kir. Ev yek li ser şebekeyên elektrîkê bû barekî cidî. Ev yek jî rîska qutbûnê û lawazkirina binesaziya enerjiyê zêde dike.
Zanyar hişyariyê didin ku karbondîosîta ku ji ber bikaranîna sotemeniya fosîl li atmosferê tê belavkirin wê bûyerên germa zêde timî bi xwe re bîne. Belavkirina karbondîoksîtê ku her sal bi 35 gîgatonî li atmosferê t3e belavkirin pêla germa zêde, şewata daristanan, lehî, bahoz û ziwatiyê bi xwe re tîne.
Bêguman krîza avhewayê wê bandora herî giran li gelên li welatên xizan bike. Pêla hewaya germ a dawî ya li Ewropayê nîşan dide ku krîz ji bo welatên dewlemend jî ji îro û pê ve veguheriye gefeke cidî.