Erdheja Venezuela: Windahiyên can zêde dibin

Bîlançoya erdheja li Venezuelayê giran dibe. Li gorî daneyên dawî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişte 2 hezar û 645’an.

Wezareta Enformasyonê ya Venezuela têkildarî erdhejên ku roja 24’ê Hezîranê li ser hev çêbûn, agahiyên nû parve kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hejmara kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane gihişte 2 hezar û 645’an, 12 hezar û 666 kes birîndar bûn û nêzî 15 hezar kes bê xanî man.

Di çarçoveya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de, hate ragihandin ku heta niha 6 hezar û 462 kes hatine rizgarkirin.

Li gorî daneyên ewilî, 885 avahî ji erdhejan bandor bûn, ji vane 189 avahî bi temamî hilweşiyan. Hat diyarkirin ku li avahiyên din ên zirar dîtine jî, xebatên lêkolîn û tespîtê didomin.