‘Ji ber krîza aborî, karkirina zarokan ji bo malbatan vediguhere neçariye’
Pisporê Mafên Zarokan Bahtiyar Bayram Bal kişand ser belavbûna karkirina zarokan bi krîza aboriyê re û diyar kir ku xebitîna zarokan ji bo malbatan veguheriye neçariyê.
Pisporê Mafên Zarokan Bahtiyar Bayram Bal kişand ser belavbûna karkirina zarokan bi krîza aboriyê re û diyar kir ku xebitîna zarokan ji bo malbatan veguheriye neçariyê.
Krîza aborî ya kûr bûyî, lêçûnên jiyanê yên zêde dibin û xizanî karkeriya zarokan her ku diçe zêdetir dide xuyakirin. Gelek malbatên ku bi pirsgirêka debariyê têdikoşin, li şûna perwerdehiyê neçar dimînin ku berê zarokan bidin jiyana xebatê, pisporan destnîşan dikin ku karkeriya zarokan ne tenê aborî, di heman demê de binpêkirina mafên bingehîn û pirsgirêkekî civakî ye.
Pisporê Mafên Zarokan Bahtiyar Bayram Bal derbarê pirsgirêka karkeriya zarokan û mafên zarokan ku tên paşguhkirin, ji ANF’ê re axivî.
‘KRÎZA ABORÎ ZAROKAN NEÇARÎ KARKIRINÊ DIKE’
Bayram anî ziman ku bi kûrbûna krîza aborî re, karkeriya zarokan jî belav bûye û diyar kir ku karkirina zarokan ji bo malbatan êdî ji tercîhê derketiye û wiha got:
“Di rastiyê de karkeriya zarokan tu dem ne tercîhek bû. Îro jî ji ber krîza aborî malbatan vê weke rêya yekane ya derketinê dibînin. Dahatên heyî ya malbatan an jî alîkariyên sosyal ên werdigrin, têra pêşwazîkirina pêwîstiyên bingehîn nake. Her ku pirsgirêka dabarê mezin dibe, zarok jî ber bi jiyana karkirinê ve dibin. Kedxwariya keda zarokan, bi kûrbûna krîza aborî re zêde dibe.
Xalekî din a girîng jî guhertîna lênerîna malbatan ji bo perwerdehiyê ye. Malbatên ku dibînin ciwanên mezûnê zanîngehê kar nabînin, baweriya xwe ya ji bo pêkanîna pêşeroja perwerdehiyê ya zarokan winda dikin. Dema wiha dibe, li şûna dibîstanan berê zarokên xwe didin pîşesazî, tekstîl an jî qadên kar yên cuda. Ev dîmen nîşan dide ku krîza aborî mafê perwerdehiyê jî rasterast hedef digre.”
‘SALÊN PERWERDEHIYÊ YA ZAROKAN, DI BIN ŞERT Û MERCÊN ZEHMET DE DERBAS DIBE’
Bayram destnîşan kir ku karkeriya zarokan ne tenê îro, bandor li tevahiya jiyana zarokan dike û wiha got, “Karkeriya zarokan ji beriya her tiştî li pêşiya pêşketina fîzîkî ya zarokan astengiyekî cidî ye. Zarokên ku ji mafê perwerdehiyê bêpar têne hiştin, bi demê re xwe kêm hîs dikin. Ev rewş dibe sedem ku di salên pêş de baweriya ji bo xwe winda bike û bibe pirsgirêkên derûnî yên giran.
Salên lîstîk, perwerdehî û xwe pêşxistinê ya zarokan, di bin şert û mercên giran ên xebatê de derbas dibe. Zarokên ku di kargehan de dixebitin, rû bi rûyê qezayê kar in. Zarokên ku di trafîkê de caman paqij dikin, dûkalê egzozê, kîmyasala ku asfaltê belav dike û madeyên zirer ên ji motorên wesayîtan derdikeve, dikşînin. Temamiya van tenduristiya zarokan bi awayekî mayînde bandor dike.”
‘EV, BINPÊKIRINA MAFAN YA ZAROKAN E’
Bayram destnîşan kir ku karkeriya zarokan mafên ku bi peymanên navneteweyî hatine mîsogerkirin, binpê dike û wiha got, “Peyamana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, mafê jiyan, pêşketin û mafê perwerdehiyê ya zarokan mîsoger dike. Karkeriya zarokan temamiya van mafan binpê dike. Rêgeza berjewendiya zarokan bi temamî paşguh dike. Ji ber vê yekê karkeriya zarokan ne tenê pirsgirêekî aborî ye; di heman demê de binpêkirina mafan a zarokan ya pir giran e.
Bi taybet di mewzûatê de verastkirinên girîng ên li dijî karkeriya zarokan heye. Lê dema ku xizanî kûr dibe, kontrol bi têra xwe nayên kirin. Ji ber vê yekê îro di çandiniya demsalî, tekstîl, atolye, pişesazî û lembeyên çûnhatinê de gelek zarok dixebitin. Ev dîmen nîşan dide ku mekanîzmayên parastinê yên heyî bi têra xwe kar nake.”
‘DIVÊ ALÎKARIYÊN CIVAKÎ BÊN XURTKIRIN’
Bahtiyar Bayram diyar kir ku têkoşîna li dijî karkeriya zarokan bi polîtîkayên civakî pêkan e û diyar kir ku pêkanînên heyî li hemberî krîzên aborî kêm dimîne û wiha got, “Alîkariya perwerdehiyê ya bi şert, yek ji alîkariya herî tê zanîn a ku îro tê pêkanîn e. Lê dema ku şert û mercên aborî yên heyî tê fikirîn, mîqdar û berfirehiya vê alîkariyê ne têrker e. Divê alîkarî bên zêdekirin. Li gel vê jî divê di dibîstanan de alîkariya xwarinê ya bê beramber çêbibe û bi armanca pêşîlêgirtina karkeriya zarokan, li qadê mekanîzmayên kontrolê ya seyar ku li qadê çalak bixebite, bên avakirin.
Rêveberiyên herêmî, divê gihandin, qirtasiye û pêdîviyên din ên bingehîn ên zarokên ku dest bi dibîstanê dikin û di perwerdehiyê de zehmetî dikşînin, pêşwazî bikin. Bi rêya zabiteyan li dijî karkeriya zarokan dikarin pergala hişyariyê ya zû were avakirin. Civaka sivîl jî ji bo tespîta kargehên ku zarokan didin karkirin û zarokên ku ji ber xizaniyê ji mafê perwerdehiyê bêpar tê hiştin, di meşandina parêzvaniya gelemperî de berpirsiyartiyeke girîng digrin ser xwe. Têkoşîna li dijî karkeriya zarokan, berpirsyariya hevpar a tevahiya civakê ye.”