Komeleya Malbatên Şehîd û Windayên Kurdistanê (KOMAW), ji ber salvegera şehadeta yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Em yek ji damezrînerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan ê ku di 3’yê Tîrmeha 2018’an de şehîd bû, di salvegera şehadeta wî de bi hurmet bi bîr tînin û li ber bîranîna wî bejna xwe ditewînin. Weke malbatên şehîdan em ê ewladê Kurd ê qehreman di hemû xebatên xwe de wekî mamosteyekî pêşeng esas bigirin. Ew ê di dilê gelê Kurdan de her dem wekî rêberekî bijî. Hinek şoreşger hene ku tu carî nayên ji bîr kirin. Ji ber ku wî di tevahiya temenê xwe de her dem fedakarî kir, ked da û ji bo gelê xwe têkoşiya. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de ji bo gelê xwe hebû. Kurd dê tu carî şehîd Alî Haydar Kaytan ku wekî şoreşger, şervan, fermandar û mamoste di her warî de di têkoşîna Kurd de bû mînak, ji bîr nekin.”
Di daxuyaniyê de ev xal jî hatin diyarkirin,
“Jiyana şehîd Alî Haydar Kaytan di esasa xwe de, dîroka PKK’ê ye. Di siberojê de ev dîrok wê di dibistanên Kurdî de wekî ders were dayîn û derfet wê çêbibe ku mirov van şoreşgerên qehreman ji nêz ve nasbikin. Weke malbatên şehîdan, em ê tu carî xatir ji te nexwazin. Ji ber ku hûnê bi bîranînên xwe her dem di jiyana me de cih bigirin û bibin rêberê rê û têkoşîna me.
Hevrê şehîd Fuat pîrê çiyan bû, ew ruhê têkoşînê yê tevgerê bû. Ew ê wekî sembola felsefeya 'pariyek nan û xirkeyek' di têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurd de her dem bi hurmetî were bîranîn. Em ê di hemû xebatên xwe de we û hemû şehîdên xwe mînak bigirin û ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe ked bidin. Şehîd dibe ku bi fîzîkî di nav me de nebin, lê di wateya manewî de her dem di dilê me de, di hişê me de û di tevahiya jiyana me de ne.
Careke din, di serî de serê malbata Rêbertiyê û serê tevahiya gelê Kurd sax be. Rêya wan rêya me ye, keda wan rehbera me ye.”