Daxuyaniya piştgiriyê ji bo Denîz Goktaş
Gelek kes ji bo Denîz Goktaş ê hatî binçavkirin li ber edliyeyê hatin cem hev û peyama hevgirtinê dan û gotin, “Em ê bi yekîtiyê re bi ser bikevin.”
Gelek kes ji bo Denîz Goktaş ê hatî binçavkirin li ber edliyeyê hatin cem hev û peyama hevgirtinê dan û gotin, “Em ê bi yekîtiyê re bi ser bikevin.”
Komedyen Denîz Goktaş, piştî pêşandana xwe ya stand-upê ya bi navê ‘Deryayê Mirî" hat binçavkirin. Ji ber vê pêşandanê derbarê wî de lêpirsîn hatibû vekirin. Goktaş piştî binçavkirinê ji bo îfadeyê anîn Edliyeya Stenbolê.
Li ber edliyeyê parlementer, hunermend, nûnerên sendîkayan û parêzvanên mafên mirovan hatin cem hev û daxwaza serbest berdana Goktaş kirin. Di daxuyaniyê de pankarta "Denîz Goktaş serbest berdin" hat hildan û dirûşmeya "Em ê bi yekîtiyê re bi ser kevin" hat berzkirin.
Endamê Sendîkaya Lîstikvanan Cem Yîgît Uzumoglu, xwest ku pêvajo li gorî hiqûqê bi rê ve biçe û Denîz Goktaş demildest were berdan.
Parlementerê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çiçek, diyar kir ku Denîz Goktaş nûneriya têkoşîna azadî û demokrasiyê dike. Çiçek got, “Ew bi her awayî behsa hêzên aştî û demokrasiyê yên vê axê û behsa cîhana xwe dike. Denîz di 2’yê Tîrmehê de vegeriya welat. Wî bersiveke wiha da kesên ku berî 33 salan li vê axê ronakbîr bi saxî şewitandin: Hûn me bişewitînin jî, bînin sirgûnê jî, ceza bikin û bixin zindanan jî, em xwediyên eslî yên vê axê ne û em ê têkoşîna xwe li vir berdewam bikin.”
Parlementera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu, jî anî ziman ku divê her kesê ku azadî û wekheviyê dixwaze, têbikoşe.
Nûnerê Herêma Stenbolê yê DİSK’ê Asalettîn Arslanoglu jî got: "Ew dixwazin ku tu kes nekene."