Komedyen Denîz Goktaş hate girtin
Komedyen Denîz Goktaş bi sûcdariya “nirxên olî biçûk xistiye” û “heqaret li serokkomar kiriye” hate girtin.
Komedyen Denîz Goktaş bi sûcdariya “nirxên olî biçûk xistiye” û “heqaret li serokkomar kiriye” hate girtin.
Komedyen Denîz Goktaş piştî pêşandana xwe ya stand-upê ya bi navê ‘Deryayê Mirî’ bi îdîaya “nirxên olî biçûk xistiye” û “heqaret li serokkomar” kiriye, derbarê wî lêpirsîn hate destpêkirin. Goktaş duh li balafirgehê di dema kontrola pasaportê de hate binçavkirin. Piştî ku kar û barên Goktaş ên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê temam bûn, anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Kar û barên dozgeriyê jî yên Goktaş temam bûn û piştre bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Sulh û Cezayê hate kirin.
Dadgehê biryara girtina Goktaş, da.