BI DÎMEN

Şehîd Zîlan li Saratovê hate bîranîn

Li bajarê Yêrşovê yê Herêma Saratovê ya Rûsyayê, bi boneya salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Di civînê de Hevserokê Otonomiya Yêrşovê Mirza Elî Yusubov, Hevserokê Otonomiya Krasnî Kutê Ramazan Bakuyev, li ser navê Komîteya Jinan a Krasnî Kutê Pakîzer Bakuyeva û Xezal Yusubova, her wiha Serokê Otonomiya Azînkê Tahir Fatoyev axaftin kirin.

Di axaftinan de bal hate kişandina ser têkoşîn û fedakariyên şehîdên Kurdistanê. Axaftvanan diyar kirin ku cangorî û berxwedana şehîdan pêşerojê ronî dike û bi berdêlên wan, gelê Kurd îro li ser asta cîhanê tê nasîn û hebûna wê bêtir mîsoger bûye.

Her wiha hate gotin ku Şehîd Zîlan bi têkoşîna xwe ya azadiya jinan bûye sembolek ji bo jinên Kurd. Beşdaran anîn ziman ku dê li ser şopa Şehîd Zîlan rê bidomînin û têkoşîna jina azad bêtir pêş bixin.

Di dawiya civînê de jî hate ragihandin ku Kurdên li dîasporayê dê her tim li ser rêya şehîdan bimînin û têkoşîna xwe berdewam bikin.

Civîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.