Barzanî û Pezeşkiyan hevdîtin kirin

Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re hevdîtin kir.

Serokê Rêveberiya Herêmî ya Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlî merasîma veşartina cenazeyê lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney bibe, çû Tehranê. Alî Hamaney di êrîşên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de jiyana xwe ji dest dabû. Barzanî bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re hevdîtin kir.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da û got, “Ez kêfxweş bûm ku vê siharê min li Tehranê bi Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan re hevdîtin kir. Me rêyên ji bo hîn zêdetir têkiliyên Herêma Kurdistanê, Iraq û Îranê bên xurtkirin, nirxand. Bi taybetî jî me berfirehkirina hevkariya aborî, dîroka ku salên dirêj gelên me bi hevdû ve girê dide û berfirehkirina têkiliyên çandî û cîrantiyê nirxand.”

Nêçîrvan Barzanî beriya hevdîtina xwe ya bi Pezeşkiyan re, bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî re jî civiya.

Nêçîrvan Barzanî bi Abbas Arakçî re têkiliyên Iraq, Herêma Kurdistanê û Îranê nirxand. Hat zanîn ku di hevdîtinê de rawestandina şerê Îranê yê li hemberî DYE-Îsraîlê û geşedanên dawî yên li herêmê jî hatin nirxandin.

Barzanî bi Serokê Meclîsa Îranê Muhammed Bakir Khalîbaf re jî hevdîtin kir. Nêçîrvan Barzanî ji bo agirbesta Îran û DYE’yê tam pêk were, bal kişand ser girîngiya angajman û diyalogê.