Dadgehê, li ser îdîayên OSO’yê 80 sal cezayê girtîgehê li zarokê 15 salî birî!

Çeteyên OSO’yê zarokê 15 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê bi navê Huseyîn Mihemed revandin. Paşê 80 sal cezayê girtîgehê li wî hat birîn.

Çeteyên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) di sala 2022’yan de li bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Huseyîn Mihemedê 15 salî ji bo fidyeyê revandin. Gava ku fidye nestandin, ew zarok teslîmî Tirkiyeyê kirin. Li ser îdîayên OSO’yê derbarê Mihemed de doz hatibû vekirin û di vê dozê de biryar hat dayîn. Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Rihayê, piştî ku Dadgeha Bilind cezayê berê betal kir, doz ji nû ve dest pê kir. Di vê darzandinê de hat qebûlkirin ku Huseyîn Mihemed ji 18 salan biçûktir e.

Dadgehê daxwazên parêzeran ên ji bo lêkolînkirina delîlan red kir. Dadgehê Mihemed ji mirina 3 leşkeran berpirsiyar girt. Ji ber vê yekê, 4 caran 20 sal, bi tevahî 80 sal cezayê girtîgehê da wî.

Li gorî nûçeya di rojnameya Yenî Yaşamê de; Huseyîn Mihemed di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Erzînganê de tê girtin. Ew ji mirina 3 leşkerên Tirkiyeyê berpirsyar hat nîşandan.

Mihemed li ser bingeha girtekên ku OSO amade kiribûn hat darizandin. Berê temenê wî di qeydan de mezin kiribûn. Lê di belgeyên fermî yên zayînê de ku parêzerên wî pêşkêşî dadgehê kirin, hat xuyakirin ku ew di dema bûyerê de li derdora 14-15 salî bûye. Dadgeha Bilind berê cezayê hatibû dayîn ji bo kêmasiyên usûlê betal kiribû. Dadgeha Bilind xwestibû ku raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) û yên nexweşxaneyê yên li ser tespîtkirina temen li hev bikin.