Duşunmez: Ferzkirinên ‘poşmaniyê’ yên berê çareseriyê nayînin
Onur Duşunmez, guhertinên qanûnî yên ku tê peyîn werin rojeva meclîsê nirxandin û diyar kir ku nêzîkatiyên li ser bingeha "poşmaniyê" çareseriyê bi xwe re nayînin.
Onur Duşunmez, guhertinên qanûnî yên ku tê peyîn werin rojeva meclîsê nirxandin û diyar kir ku nêzîkatiyên li ser bingeha "poşmaniyê" çareseriyê bi xwe re nayînin.
Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez li ser qanûnên ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tê payîn ku werin meclîsê, axivî. Duşunmez, diyar kir ku heta niha metnek qanûnî ya ku li ser lihevkirin çêbûye nîne û got ku nîqaşên li ser "qanûna poşmaniyê" ne li gorî ruhê vê pêvajoyê ye.
‘NÊZÎKATIYA POŞMANIYÊ ÇARESERIYÊ NAYÎNE’
Duşunmez, got ku vegerandina nîqaşên li ser "poşmaniyê" ne rêya rast e û wiha domand, “Ev pêvajo divê bi bingehek hiqûqî ya mayînde û xurt pêş ve biçe. Pirsgirêka kesên ku çek danîne, yên li derveyî welat dijîn û girtiyên siyasî divê bi rêyên demokratîk û hiqûqî were çareserkirin.”
‘TENÊ DERXISTINA QANÛNÊ TÊRÊ NAKE’
Duşunmez, anî ziman ku derxistina qanûnê girîng e, lê têrker nîne û got ku ya girîng rêxistinbûna demokratîk e. Duşunmez wiha axivî, “Aştiya rastîn bi ferzkirinên nû nayê, bi naskirina mafên gelê Kurd ku bi salan bo wê têdikoşin, pêk tê. Qanûn tenê destpêk e. Têkoşîna sereke di warên hiqûqî, siyasî û rêxistina demokratîk de berdewam dike.
Heke rêxistina civakî xurt nebe, ev pêvajo dikare bibe sedema windahiyan. Ji ber vê yekê divê em bêtir bixebitin û xwe bêtir rêxistin bikin.”
‘PÊVAJOYA AŞTIYÊ BI HESABÊN HILBIJARTINÊ NAYÊ MEŞANDIN’
Onur Duşunmez, rexne li îdiayên derdora hikûmetê yên ku dibêjin “qanûna carekê” an jî “demkurt” kir û wiha dewam kir, “Pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk nikare li gorî anketan an hesabên hilbijartinê were birêvebirin. Geşedanên herêmî û navneteweyî vê pêvajoyê rasterast bandor dikin.”
‘DEMOKRATÎKBÛN NE TENÊ JI BO TIRKIYEYÊ JI BO HERÊMÊ JÎ PÊWÎST E’
Duşunmez, bal kişand ser krîzên gerdûnî û polîtîkayên NATO’yê û diyar kir ku armanca wan avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk ku gel bikarin tê de bi rengekî aştî bijîn û wiha got, “Em ne aliyê siyaseta ewlehiyê ya NATO’yê ne, em hevgirtina gelan diparêzin. Têkoşîna me ji bo jiyaneke demokratîk e ku gel bikarin tê de siberoja xwe bi xwe diyar bikin.”
‘DI MAFÊN ZIMAN DE HÊ JÎ QEDEXE HENE’
Duşunmez, bibîr xist ku di mafên zimanê Kurdî de hê jî pirsgirêkên mezin hene û ev tişt gotin, “Di mafên ziman de hê jî siyaseta asîmîlasyonê û qedexeyan berdewam e. Ev pirsgirêk tenê bi qanûnê nayên çareserkirin, divê zihniyet jî biguhere. Divê şert û mercên ku her kes bi ziman, çand û nasnameya xwe wek hemwelatiyekî wekhev bijî were afirandin.”
DIVÊ STANDARDA DU ALI YA DADWERIYÊ BIDAWÎ BIBE’
Duşunmez, got ku divê hiqûq ji bo hemû kesan wekhev were sepandin û wiha axivî, “Di dadweriyê de standarda dualî ya siyasî û herêmî divê bidawî bibe. Hiqûqa wekhev û dadperwer bingeha aştiya civakî ye.”
Di dawiyê de Duşunmez, got ku bi tecrûbeya siyasî ya gelê Kurd û xwişk-biratiya civakî, gihiştina aştiyek demokratîk, wekhev û mayînde pêkan e.