Li Sûriyeya ku ewlehî lê nîne DAÎŞ jinûve xurt dibe

HTŞ’ê nikare ewlehî û aramiyê ava bike. DAÎŞ li Dêrazor, Reqa û li ser xeta sînorê Iraqê ji nû ve xwe komî ser hev dike. Sûriye bi gefeke nû ya ewlehiyê re rû bi rû ye.

DAÎŞ, mîna beriya deh salan îro jî ji nû ve Sûriyeyê tehdîd dike. Rêjîma Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku Şamê bi rêve dibe, valahiyeke ewlehiyê û bêîstîkrariyê afirandiye. DAÎŞ ji vê rewşê sûd werdigire û bi taybetî li herêmên wek Dêrazor, Reqa, Heleb û Hesekê êrîşên xwe zêde dike. Hêzên parastinê yên Kurd bi salan bedelên giran dan û aramiyek ava kirin; lê ev arami bi taybetî ji Çileyê 2026’an û vir ve derbeke giran xwariye. DAÎŞ’ê bi taybetî di mehên dawî de şaneyên xwe yên razayî xistine tevgerê, li herêmên gundewar bandora xwe zêde kiriye û ji vê bêewlehiyê sûd werdigire da ku ji nû ve xwe bide hev.

DAÎŞ’ê sûd ji kaosê girt ku bi şerê navxweyî re di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kiribû, û di sala 2013’yan de êrîşên sîstematîk birin ser Rojava. Pêşî êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kir, paşê jî di sala 2014’an de Kobanê dorpêç kir. Di dorpêçkirina ku 15'ê Îlonê de dest pê kir de, bi çekên giran û êrîşên xwekujiyê xwest bajêr bixe destê xwe. Şervanên YPG û YPJ’ê bi derfetên kêm, kolan bi kolan li ber xwe dan. Serkeftina Kobanê ya di Çileyê 2015’an de, bû destpêka têkçûna DAÎŞ’ê. Piştî wê, li Girê Spî, Hesekê, Sirrîn û li gelek xetên din çete hatin têk birin.

‘KELA DAWÎ’ KET

Şervanên Kurd li ber xwe dan û ji Reqayê heta Dêrazorê li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê sîng bi sîng şer kirin. Operasyon bi piştgiriya hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî ya di bin pêşengiya DYE de bi pêş ket. Piştî ku Reqa di sala 2017’an de hat rizgarkirin, herêmên mezin ên dawî yên di destê rêxistinê de jî yek bi yek hatin girtin. Baxoz ku wek ‘kela dawî’ dihat binavkirin, di Adara 2019’an de piştî têkoşîna bi mehan ji çeteyan hat paqijkirin. Bi vê serkeftina dîrokî re, cihê herî dawî ya di destê DAÎŞ’ê de li Sûriyeyê hat rizgarkirin. Di vê pêvajoyê de zêdetirî 12 hezar şervan û welatî şehîd bûn.

BERPIRSYARÎ AVÊTIN SER MILÊ KURDAN

Piştî serkeftinê, pirsgirêkeke mezin a navneteweyî rû da. Siberoja bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan bû krîzeke mezin. Dewletan û bi taybetî jî welatên rojavayî berpirsyarî negirtin ser milên xwe û ev bar li ser milê QSD û YPJ'ê hiştin. 60 hezar kes ji malbatên çeteyan li Kampa Holê ya li Hesekê, 2 hezar kes li Kampa Roj a li Dêrikê û bi hezaran çete jî di girtîgehên cuda de hatin bicihkirin. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY), bi salan bal kişandin ser rewşa ewlehî û mirovî ya kampan û bang li welatan kirin ku hemwelatiyên xwe paşve bigirin. Tevî vê yekê jî, tenê çend welatan welatiyên xwe vegerandin.

Her wiha, rayedarên Rêveberiya Xweser û QSD-YPJ'ê gelek caran bang li dewletên cîhanê kirin û gotin, ‘Hemwelatiyên xwe bigirin û wan darizînin.’ Kêm welatan berpirsyarî girt ser milên xwe, ji ber vê yekê kamp û girtîgeh bi salan mîna bombeyeke amade ya teqînê man.

Rêveberiya Xweser û QSD'ê her tim anîn ziman ku DAÎŞ ne tenê ji hêla leşkerî, di heman demê de ji hêla îdeolojî û civakî ve jî wek gefekê berdewam dike. Wan diyar kir ku Kampa Holê bûye navendek ku bandora îdeolojîk û rîskên ewlehiyê yên rêxistinê tê de berdewam dikin. Lê tevî hişyariyan jî, piraniya civaka navneteweyî berpirsyarî negirt ser milên xwe. Piştî ku HTŞ'ê di Kanûna 2024'an de Şam girt kontrola xwe, hevsengiyên nû yên ewlehiyê yên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbûn. Ev rewş bû sedem ku siberoja kamp û girtîgehan careke din bibe yek ji mijarên herî krîtîk ên herêmê.

DI SALA 2025'AN DE 163 OPERASYON PÊK HATIN

Piştî ku HTŞ'ê desthilatdarî girt destê xwe, DAÎŞ'ê bi propaganda, zimanê nefretê, şaneyên veşartî, mayînan, êrîşê sivîl û binesaziyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. DAÎŞ, li şûna ku wek berê herêmên mezin dagir bike, xwest tirsê bixe nav gel, ji nû ve xwe birêxistin bike û torên xwe yên aborî û lojîstîk xurt bike. Şaneyên ku li gundewaran tevgera xwe zêde kirin, giranî dan ser birîna rêyan, suîkastan, êrîşên bombeyî û çalakiyên ‘lê bide û bireve’ yên li dijî xalên ewlehiyê. Raporên navneteweyî, jî diyar kirin ku di vê demê de DAÎŞ ji valahiya ewlehiyê sûd werdigire da ku ji nû ve xwe bide hev.

QSD û YPJ’ê li dijî vê metirsiyê di tevahiya sala 2025’an de 163 operasyonên leşkerî û ewlehiyê, 3 lêgerînên berfireh û 128 serdegirtina malan pêk anîn. 32 caran şerê germ bi çeteyan re rû da. Di encama operasyonan de 140 çete hatin girtin, 13 çete hatin kuştin ku 3 ji wan serçete bûn û 79 mayîn hatin rûxandin. Di operasyonan de gelek çek, cebilxane, teqemenî û materyalên lojîstîk ên rêxistinê hatin desteser kirin; her wiha malên şaneyan û rêyên wan ên lojîstîk hatin rûxandin. Ev operasyon herî zêde li gundewarên Dêrazorê, derdora Reqayê û li ser xeta Hesekê çêbûn.

Li aliyê din, Hêzên Ewlehiya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ligel Koalîsyona Navneteweyî 40 operasyonên hevpar çêkirin. Di van operasyonan de 241 çete hatin girtin, torên lojîstîk ên DAÎŞ'ê hatin têk birin, çeper û navendên wan hatin rûxandin û gelek çek û cebilxane hatin girtin. Hêzên ewlehiyê diyar kirin ku rêxistin bi temamî têk neçûye, bi taybetî li herêmên çol û gundewaran xebatên xwe berdewam dike. Ji ber vê yekê bang li koalîsyona navneteweyî kirin ku piştgiriya xwe berdewam bike.

PIŞTÎ PEYMANIYA 29'Ê ÇILEYÊ

Bi êrîşên giran ên HTŞ’ê ya hefteya pêşîn a meha Çileyê li ser herêma Kurdan û bandora DYE re hevsengiyên siyasî guherîn. Di 29’ê Çileyê de, di navbera QSD û HTŞ’ê de peymanek hat îmzekirin. Bi vê peymanê û bi "erêkirina" DYE, kontrola kamp û girtîgehên ku çeteyên DAÎŞ'ê tê de bûn, radestî HTŞ’ê hat kirin. Lê belê ev radestkirin di pratîkê de bû sedema kaoseke mezin. HTŞ’ê ku berê wek “Cebhet El Nusra” dihat naskirin, li şûna ku kamp û girtîgehan biparêze, çavê xwe ji revîna çeteyan re girt. Bi hezaran kesên têkildarî DAÎŞ'ê ji Kampa Holê reviyan û nêzî hezar 500 çete jî ji Girtîgeha Şedadê fîrar kirin. Bi sedan çete bi rehetî li her derê welat belav bûn.

NAVENDA HERÎ KRÎTÎK DÊRAZOR E

DAÎŞ li gundewarên rojhilatê Dêrazorê, derdora Reqayê û nêzî sînorê Iraqê ji nû ve birêxistin bû. Şaneyên xwe yên razayî şiyar kirin, li gundewaran lojîstîk û çete zêde kirin û piştgirî ji eşîrên herêmî û çeteyên li dijî HTŞ'ê girtin. Çalakiyên ‘lê bide û bireve’, suîkast, birîna rêyan û kemînên teqemeniyê derketin pêş. Dêrazor bû navenda herî krîtîk a vê rêxistinbûna nû. Di raporên navneteweyî de jî tê gotin ku DAÎŞ tevgera xwe herî zêde li rojhilatê Çemê Firatê û li ser sînorê Sûriye û Iraqê diparêze.

PÊVAJOYA VEGUHASTINA ÇETEYAN JI BO IRAQÊ

Di vê pêvajoyê de, biryara veguhestina çeteyên DAÎŞ'ê ji bo Iraqê bû bûyera herî balbêş. Fermandariya Navendî ya DYE (CENTCOM), ragihand ku nêzî 7 hezar çeteyên li Sûriyeyê dê gav bi gav ji bo Iraqê bên veguhestin. Ev pêvajo di 21'ê Çileyê de dest pê kir û nêzî 12 rojan dewam kir. Di gava pêşîn de 150 çete ji Hesekê hatin veguhestin. Bi rêya bejayî û hewayî 5 hezar û 700 çete birin û di girtîgehên wek Babil, Nasiriye û Bexdayê de bi cih kirin.

DYE îddîa kir ku ev veguhestin ji bo ‘misogerkirina ewlehiya girtiyan’ hatiye kirin; Iraqê jî ev yek wek "tedbîrek ewlehiya neteweyî" bi nav kir. Hikûmeta Bexdayê, di heman demê de dest bi lêpirsîn û darizandina çeteyan kir. Tevî ku di ser re salek û nîv derbas bûye û di çapemeniyê de nûçeyên darizandina hin çeteyan derketine jî; hîna ne diyar e ka çend kes hatine darizandin, çi ceza girtine û helwesta welatên ku welatiyên wan tevlî DAÎŞ'ê bûne çi ye.

PLANA ÇETEYAN ANÎNA BERAMBERÎ HEV

Her çend DYE îddîa kiribe ku wê piştî kuştina sê leşkerên xwe yên li Tedmûrê di Kanûna 2025'an de, ji bo ‘rêgirtina li revîna komî û parastina aramiyê’ çete veguhastine Iraqê jî, lê rewşa li qadê tiştekî berovajî vê nîşan dide. Tê gotin ku planeke DYE û Îsraîlê heye: Ew dixwazin di ser HTŞ û DAÎŞ'ê re hevsengiyeke nû li Rojhilata Navîn ava bikin û bi destê van çeteyan, baskên Îranê yên li Iraq, Sûriye û Libnanê qut bikin. Ji ber vê yekê çete birin wê derê.

HTŞ NIKARE EWLEHIYA WELÊT AVA BIKE

DAÎŞ'a ku di dema HTŞ'ê de derfeta xwe xurtkirinê dît, piştî radestkirina kamp û girtîgehan jî êrîşên xwe ranewestandin. Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), DAÎŞ li gundewarên Dêrazor, Hims, Şam û Reqayê dîsa bi awayekî çalak di nava tevgerê de ye. Di 55 êrîşên dawî yên DAÎŞ’ê de bi dehan kesan bûn qurbanî. Ev yek nîşan dide ku HTŞ nikare ewlehî û aramiya welat biparêze û DAÎŞ jî ji vê rewşê sûd werdigire da ku ji nû ve li herêmê bi cih bibe.