Gelo Xabûr bypass dibe û korîdoreke bazirganiyê ya alternatîf tê avakirin?

Sîstema nû ya gumrukê ya li Xabûrê û guhertinên bacê yên li Iraqê, ew mijar jinûve xist rojevê ku tê gotin, wê di ser Qamişloyê re korîdoreke bazirganiyê ya alternatîf a ber bi Iraqê ve bê avakirin.

RÊGEHA NÛ YA BAZIRGANIYÊ

Tê gotin ku rêgeheke alternatîf a li hemberî Deriyê Sînor ê Xabûr-Îbrahîm Xelîl wê bê avakirin ku ev deriyê sînor di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê de xala esasî ya bazirganiyê ye. Nirxandinên bi vî rengî têklidarî hevsengiyên jeopolîtîk û torên bazirganiyê yên herêmî jî nîqaşên nû bi xwe re anî. Li gorî îdîayên ku dema dawî ji aliyê derdorên cuda ve tê bilêvkirin, weke alternatîf ji xeta bazirganiyê ya heyî ku di ser Herêma Kurdistanê re dimeşe, Enqere hewl dide korîdoreke lojîstîkî ya nû ava bike ku Rojava û Sûriyeyê di nava xwe de vedihewîne.

LÊGERÎNA LI ALTERNATÎFA XETA XABÛRÊ

Beşeke mezin a bazirganiya bejahî ya navbera Tirkiye û Iraqê bi salan e di ser deriyê sînor ê Xabûr-Îbrahîm Xelîl tê kirin. Lê belê nakokiyên navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê yên li ser mijarên hatineyên gumrukê, kontrolkirina sînor û erka bazirganiya transît, metirsiya siyasî û aborî dixe ser vê xetê.

Li gorî çavkaniyên herêmî, Enqere ji bo tenê bi rêgehekê ve girêdayî nemîne, li ser avakirina korîdorên nû yên bazirganiyê dixebite. Ei vê çarçoveyê de tê gotin ku rêgeheke nû ya di ser Rojava û Sûriyeyê re ketiye rojevê.

GELO QAMIŞLO DIKARE BIBE NAVENDEKE NÛ YA LOJÎSTÎKÊ?

Li gorî nîqaşên ketin rojevê, tê plankirin ku barên bazirganiyê yên ji Tirkiyeyê bi rê dikevin di ser deriyên sînor re derbasî Rojava û Sûriyeyê bibe, ji vê derê bigihêje Qamişlo û nuqteyên transît ên li derdorê û piştre jî bi bazarên Iraqê û Herêma Kurdistanê ve bê girêdan.

Ji ber ku Qamişlo nêzî sînorê Sûriye û Iraqê ye, her wiha gelek qadên cuda yên kontrolê digihîne hev, bajar dikare veguhere navendeke lojîstîkî ya potansiyel.

Pisporên ku ji ANF'ê re axivîn, diyar kirin ku li gel avantajên cografî her wiha di çarçoveya lihevkirinên navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê, Deriyê Sînor ê Qamişloyê di demeke nêz de dikare bibe nuqteyeke girîng a derbasbûnê.

SÎSTEMA NÛ YA LI XABÛRÊ DERIYÊ SÎNOR Ê QAMIŞLOYÊ MECBÛRÎ DIKE

Di serî de Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê yên Amed û Şirnexê, odeyên bazirganiyê yên li bajarên din ên Bakur û Tirkiyeyê eşkere kirin ku sîstema gumrukê ya nû ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê destpê kir û guhertinên bacê yên li Iraqê bandoreke neyînî li bazirganiyê kiriye.

BAZIRGANIYA JI IRAQÊ Û HERÊMA KURDISTANÊ RE TÊ KIRIN JI SEDÎ 42 KÊM BÛYE

Li gorî daneyên ku ji aliyê odeyên bazirganiyê ve hatin dayin, ji ber sîstema nû bazirganiya ji Iraqê û Herêma Kurdistanê re hate kirin di pênc mehên destpêkê de ji sedî 42 kêm bû. Bi sîstema AYSCUDA (Automated System for Customs Data) re ku li Iraqê kete dewrê, firoşkar neçar man ku beyannameya pêşî ya gumrukê bikin, bac jî li gorî nirxê berheman û kodên gumrukê hate hesabkirin.

Her wiha ji ber ku baca gumrukê li ser gelek komên berheman zêde bû û mekanîzmaya kontrolê ya elektronîk kete dewrê, maliyeta bazirganiyê zêde bû.

Li gel vê yekê nebûna rêveberiyê li Herêma Kurdistanê, nakokiyên navbera PDK-YNK û Hewlêr-Bexdayê vekirina deriyekî sînor ê alternatîfê Deriyê Sînor ê Xabûrê kir xaleke girîng a rojeva odeyên bazirganiyê.

Karsaz û firoşkaran ji ANF'ê re mijar nirxandin û gotin, li gel xeta Qamişlo-N vekirina deriyên sînor ên Şenyûrt û Ceylanpinarê wê tevkariyeke girîng li aboriya herêmê bike. Firoşkaran diyar kirin ku divê Xabûr ne yekane rê be û nuqteyên nû yên derbasbûnê wê rêjeya bazirganiyê bilind bike.

'TIRKIYE DIXWAZE LI SÛRIYEYÊ MAYINDE BIBE'

Hin akademîsyen û lêkolînerên ku ji ANF'ê re axivîn anîn ziman ku Tirkiye hewl dide valahiya rêveberiyê ya li Sûriyeyê ji xwe re bike firsend. Li gorî van nirxandinan, Enqere dixwaze hem bandora xwe ya aboriyê ya li herêmê berfireh bike, hem jî li qadên ku ji sala 2011'an û vir ve kontrol dike hebûna xwe mayinde bike.

Tê gotin, di vê çarçoveyê de vekirina deriyên sînor ên nû ku Qamişlo jî di nav de ye, dikare bikeve rojevê. Nîqaşên li ser erkê yên navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê, avaniya siyasÎ ya tevlîhev a li Sûriyeyê weke faktorên rasterast têne nirxandin ku dikare van projeyan bixe meriyetê.

'SAZIYÊN KU PIŞTGIRIYÊ JI TIRKIYEYÊ WERDIGIRIN DIKEVIN SÛRIYEYÊ'

Di demekê de ku nîqaş tê kirin ku Deriyê Sînor ê Qamişloyê wê bibe alternatîfa Deriyê Sînor ê Xabûrê, Komeleya Karsaz û Pîşesazên Navneteweyî (USIAD) ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike, di demeke gelekî manÎdar de, di navbera 28'ê Hezîranê û 1'ê Tîrmehê de heyetek ji karsazên Tirk û Iraqê di bin navê 'Jinûve Avakirina Sûriyeyê' de şand paytexta Sûriye Şamê. Şandeyê hevdîtin bi wezîrên hikumeta demkî, ajansên razemeniyê û odeyên pîşesazî û bazirganiyê re kir. Tê payin ku li ser mijarên enerjî û petrolê bi nûnerên 15 sektoran re peyman bêne mohrkirin.

Li gorî agahiyên ku rêveberên odeyên bazirganiyê yên di nava vê şandeyê de cih digirtin ragihand, mijara esasî ya serdanê Deriyê Sînor ê Qamişloyê û vekirina deriyê sînor ên cuda ye.

DAXUYANIYA FERMÎ NÎNE, NÎQAŞ DEWAM DIKIN

Têkildarî vekirina korîdoreke bazirganiyê ya di ser Qamişloyê re heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Lê belê kiryarên gumrukê yên nû yên li Xabûrê, ketina bazirganiya li wir, guherîna li hevsengiyên bazirganiyê yên herêmî nîşan didin ku di dema bê de wê lêgerîna li rêgeha alternatîf hîn bêhtir bikeve rojevê.

Li gorî pisporan rêveçûna pêşketinên aborî û siyasî yên li herêmê ne tenê rêyên bazirganiyê her wiha dikare hevsengiyên hêzê yên li Rojhilata Navîn jî jinûve diyar bike.