Li Qamişlo û Kobanê operasyonên li dijî Til Eran û Til Hasilê hatin protestokirin

Li bajarê Qamişlo û Kobanê ji bo şermezarkirina êrîş û serdegirtinên li ser bajarokên Til Eran û Til Hasilê xwepêşandanek hat li dar xistin. Di xwepêşandanê de bang li saziyên navneteweyî hat kirin.

Duh bi şev li bajarokê Til Eran û Til Hasilê, dîmenên operasyona hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî hatin belavkirin. 

QAMIŞLO

Îro Şêniyên bajarê Qamişloyê, ji bo şermezarkirina binpêkirinên li dijî jin û ciwanên bajarokên Til Eran û Til Hasilê yên li gundewarê Helebê, li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê qamişlo û bajarê kobanê li Qada Jina Azad ya Kobanê çelakiyên girseyî hatin li dar xistin.

Beşdarên xwepêşandanê êrîşên li ser jinên Kurd ên di dema serdegirtinan de şermezar kirin û tekez kirin ku hedefgirtina jin û sivîlan, binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e. Çalakvanan daxwaz kirin ku berpirsên van binpêkirinan werin darizandin, parastin û rûmeta jinan were garantîkirin û rêz li maf û azadiyên wan were girtin.

KOBANÊ

Çalaki bi deqeyek destpêkir Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobaniyê, Ayşe Efendî axivî û waha got: "Em Kurd, li ku derê bin jî, em ê her dem piştgiriyê bidin hev, çiqas dûrî hev bin jî, ji ber ku em yekin. Eyşe diyar kir ku Êrîşên li ser jinan em nikarin ji neditive bên û wiha got: "Di salên 2013, 2014 û 2015'an de, jinên Kurd hêza xwe ji cîhanê re îspat kirin û bi têkoşîn xwe bûn pêşeng. Dikarim bêjim ku Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) nasnameya leşkerî û siyasî ya jinên Kurd temsîl kirin.