Nûçeya Lezgîn: KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwaqiyê qebûl dike

Temellî: Em li bendê ne ku qanûn beriya bidawîbûna Tîrmehê bêne derxistin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê got, "Xuya ye lihevkirinek çêbûye ku meha Tîrmehê biqede, beriya Meclîs bikeve betlaneyê qanûn bikeve rojevê" û diyar kir ku wê sibe daxuyaniyeke berfireh bidin.

Serokwekîlê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist û rojev nirxand. Sezaî Temellî di destpêka axaftina xwe de bi mebesta salvegera Komkujiya Madimakê qurbanî bi bîr anî û got: "Hîn jî berpirsyar nehatine cezakirin û faîl bêceza hatin hiştin. Hîn jî ji bo welatiyên me yên Elewî zimanekî nîjadperest tê bikaranîn. Ji Madimakê heta Koçgiriyê em hemû komkujiyan şermezar dikin."

Sezaî Temellî bal kişand ser paketa nû ya darazê û wiha got: "Meclîs ji ber ku zivistanê nexebitî betlaneya Meclîsê ya meha Tîrmehê tê dirêjkirin. Ji ber ku li ser hev pakêtên nû yên darazê tên pêşiya me. Biryarên ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatine betalkirin lê ji aliyê desthilatê ve dîsa tên pêşiya me ku bibin qanûn. Heta niha 12 pakêtên darazê li Meclîsê derbas bûne. Hûn van 12 pakêtan bînin cem hev mirov dibîne ku ev 12 pakêt jî bendewariya gel a edaletê re nabe bersiv û bêedaletiyê zêdetir dike. Hîn jî sepanên qeyûman dewam dike. Hîn jî biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi cih nehatine anîn. Di van pakêtan de ev yek tune ye. Dibêjin em ê biryardayîna dadgehan zûtir bikin. Li dadgehên bêedaletî heye. Eger hûn biryarên dadgehan zûtir bikin dê bêedaletiyê zûtir bikin. AKP'ê got em ê YOK'ê rakin lê piştî hat ber desthilatê, YOK xurttir kir. Bênîtelîka zanîngehan zêdetir dibe. Her wiha xizaniya xwendekarên zanîngehê jî zêde dibe. Her wiha akademîsyen jî di vê rewşê de ne. Lê pakêteke ku van pirsgirêkan çareser bike jî tune ye. Me bihîstiye ku pakêteke ku zextên li ser zanîngehan zêdetir bike dê were rojeva Meclîsê, lê hê nehatiye."

Sezaî Temellî destnîşan kir ku bandora civîna bilind a NATO'yê wê 10 salan bidome û wiha axivî: “Ji bo civîna bilind a NATO'yê her derê Enqereyê hatine girtin û gelek kes hatin binçavkirin û girtin. NATO rêxistineke şer e. NATO şer û pevçûnan derdixîne. Di encama vê civîna bilind a NATO'yê de şerê nû li pêşiya me ne. Em li dijî şer in, ji bo wê em ji NATO'yê re dibêjin na.”

Sezaî Temellî destnîşan kir ku welatî ji ber xizaniyê nikarin debara xwe bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Feqîriya nav xelkê her ku diçe zêdetir dibe. Her kes xizan dibe. Divê meaşê asgarî di meha Tîrmehê de were zemkirin. Ji bo pêşî li xizaniyê be girtin hewcehî bi polîtîkayeke nû ya aboriyê heye. Divê çavkanî ji ji sermayedaran re neçe û ji hemû welatiyan re wekhev bibe. Ji bo wê jî em ê di dawiya hefteyê de li Amedê Komxebata Aboriyê li dar bixin û amadekariya wê dikin.”

Sezaî Temellî derbarê pirsa li ser qanûna çarçoveyê jî da zanîn ku beriya ku Meclîs bikeve betlaneyê ev qanûn wê were rojevê, mutabakatek heye û wiha got: “Hemû pêşniyarên tên Meclîsê nabin qanûn. Lê em hêvî dikin hemû partî li ser vê qanûnan bibin yek û ew qanûn derbikevin. Meclîs dikare navber jî nede û xebata xwe dirêj bike."

Sezaî Temellî anî ziman ku danûstandin û hevdîtinên wan ên di vê mijarê de dewam dikikn û got, "Me ev mijar doh di civîna Desteya Rêveberiya Navendî nirxand. Berdevka Partiya me Ayşegul Dogan wê daxuyaniyeke berfireh bide raya giştî. Wê encamên hevdîtinên îro jî bi raya giştî re bêne parvekirin."