Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 4 û 5'ê Tîrmehê de li Amedê komxebata "Aboriya Demokratîk û Rêxistinkirina Aboriyê" lidar bixe. Komxebat dê li Navenda Kongre ya Çand Amedê pêk were.
DBP’ê, di daxuyaniya xwe de got ku pergala kapîtalîstî îstîsmar, xizanî û bêkarî kûrtir dike. Her wiha hat gotin ku li Kurdistanê îstîsmara kedê, kedê jinan jinedîtî ve hatin û talana xwezayê didome. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gel li hember van polîtîkayan bêçare nîne.
Endamê Komîsyona Amadekariyê ya Komxebatê Yilmaz Atlig jî got ku modela aboriya komunal li ser tecrûbeyên komunal ên dîrokî ava bûye û got ku lê ev mîrate bi nêrînek rexneyî tê destirtin.
'ABORIYA KOMUNAL, ABORIYA KU DI DESTÊ SÎSTEMA KAPÎTALÎST DE YE DUBARE DIDE GEL E’
Atlig, got ku armanca aboriya komûnal ew e ku aboriya ku di destê sîstema kapîtalîst de ye dîsa vegere civakê û wiha domand, “Aborî di dîrokê de ji bo peydakirina hewcedariyên mirovan bû. Lê sîstema kapîtalîst wê veguherand pergala îstîsmarê. Xweza talan kir, kedê îstîsmar kir û aborî ji bo berjewendiyên hindik kesan rêve bir. Aboriya komûnal jî tê vê wateyê ku aborî di pêşengiya civak û jin de dîsa ji nû ve were rêxistinkirin.”
Atlig, anî ziman ku di aboriya komûnal de gel rasterast beşdarî hilberandin û biryardanê dibe û wiha got, “Herêmîbûn, beşdarbûn û hevkarî bingehên vê modelê ne. Gel bi rêya kooperatîfan, cihên kar û meclîsên herêmî aboriyê bi hev re rêve dibe.”
‘EM KOOPERATÎFÊN HILBERANDIN Û XERCKIRINÊ ESAS DIGRIN’
Atlig, got ku modela aboriya komunal li dijî îstîsmarê ye û wiha berdewam kir, “Em modelekê ku xwe dispêre herêmîbûnê, beşdarbûnê, dijberiya yekdestiyê, pêşengiya jinan û ruhê ekolojîk ava dibe pêşniyar dikin. Ev model bi hilberandina hevpar, hevkarî û biryargirtina hevpar dê were rêxistinkirin.”
Yilmaz Atlig, da zanîn ku wan bingeha modela kooperatîfên hilberîner û xerckirinê danîne û got, “Bi vî awayî hem hilberîner û hem jî yê ku xerc dike dê bi ser bikevin. Bi torên hevkariyê yên ku bi pêşengiya rêveberiyên herêmî dê werin avakirin, dikare li dijî bêkarî, xizanî û birçîbûnê çareserî were peydakirin.”
Atlig, destnîşan kir ku modela wan ji tecrûbeyên dîrokî sûd werdigire û got, “Em tecrûbeyên berê esas digirin, lê bi rengekî rexnegir nêz dibin. Em milkê taybet bi tevahî red nakin, lê destûr nadin ku yekdestî be.”
‘LI KURDISTANÊ PÊKAN E’
Atlig, da xuyakirin ku avakirina aboriya komûnal li Kurdistanê pêkan e û ev tişt gotin, “Sîstema kapîtalîst bi salan e li ser civakê zextê dike. Lê civak hê jî nirxên xwe yên komûnal parastiye. Çanda hevkariyê, jiyana hevpar û piştgirî bi taybetî li Kurdistanê hê xurt e. Ji ber vê yekê, avakirina aboriya komûnal li Kurdistanê pêkan e. Bi hêza gel û rêveberiyên herêmî ev model dikare were pêkanîn.”
‘KOMXEBAT DÊ ENCAMÊN ŞÊNBER DERXÎNE HOLÊ’
Yilmaz Atlig, diyar kir ku komxebat dê encamên girîng derxe holê û li ser rêyên çareseriyê nîqaş pêş bixe û wiha dawî li gotina xwe anî, “Li Kurdistanê bêkarî, xizanî, talana xwezayê û îstîsmara kedê berdewam e. Em vê tabloyê qebûl nakin. Em ê bi hev re çareseriyan bibînin û nexşerêyek pratîkî amade bikin. Aboriya demokratîk êdî ne tenê pêdiviyek, ew mecbûriyeteke. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di heman demê de pêvajoyeke nû ya rêxistin, avakirina civakî, siyasî û aborî ye. Ev komxebat jî dê yek ji gavên girîng yên vê pêvajoyê be.”