Di sala 2026'an de 2 kolber hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn

Ji destpêka salê û vir ve li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê 2 kolber hatin kuştin, 6 kolber birîndar bûn. 2 kolber jî li Tirkiyeyê rastî êşkenceyê hatin.

Kolbernews, bi raporekê bîlançoya şeş mehên destpêkê yên sala 2026’an ya mirin û birîndarbûna kolberan li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê belav kir.

Di raporê de hate ragihandin ku di şeş mehên destpêkê yên îsal de, 6 kolber birîndarbûne û 2 kolber jî jiyana xwe ji dest dane.

Kolbernews’ê destnîşan kir ku kolberên bi navê Mihemed Mutelîbî, Mutelîb Xeyberî, Nasîh Xudayî, Ako Salihî, Mihemed Nadirî li navçeya sînorê Casûsan ya li sînorê Çoman, li sînorê Sûrkêw, li navçeya sînorê Seyranbendî Bane, li sînorê Dolebî ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn gulebarankirin.

Her wiha hate diyarkirin ku li sînorê Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê jî du kolberên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve li navçeya Şemzînan ya ser bi parêzgeha Colemêrgê hatin binçavkirin. Kolberên bi navê Resûl Bamîrî û Selah Bamîrî, li girtîgehê ji aliyê polîsên Tirk re bi awayekî tund hatin êşkencekirin.

Li gel van rewşan, belavbûna raporên derbarê êşkence û tecawîza li dijî kolberan li Tirkiyeyê nîşan dide ku kolber li her du aliyên sînor hîn jî bi şêwazên cuda yên binpêkirina mafên mirovan re rû bi rû ne.