Meşa li Sêwasê: 33 sal derbas bûn me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin!

Bi hezaran kes di salvegera 33'emîn a Komkujiya Madimakê de meşiyan. Tulay Hatîmogûllari li bîranînê axivî û banga rûbirûbûna bi komkujiyê kir û xwest, lêborîna fermî bê xwestin.

Li Sêwasê di salvegera komkujiya Otela Madimakê de bîranînek hate lidarxistin ku di 2'ê Tîrmeha 1993'an de 33 rewşenbîr û hunermendên tevlî Şahiyên Pîr Sûltan Abdal bûbûn li otelê hatibûn şewitandin û qetilkirin.

Li gel xizmên qurbaniyan, nûnerên rêxistinên Elewiyan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokê Giştî yê CHP'ê yê hilbijartî Ozgur Ozel, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî bîranînê bûn.

Beşdarên bîranînê li ber Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal li hev kom bûn. Piştre jî bi rengê kortejan ber bi Otela Madimakê ya berê ve meşiyan.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Ronahiya Sêwasê wê ti carî venemire" û "33 sal derbas bûn me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin" hatin hildan. Girseya gel dirûşmên "Rizgarî bi tenê nabe, ya bi hev re ya jî ne yek ji me", "Sêwasî ji bîr neke, nede jibîrkirin" û "Kujer wê hesab bide gel" qîriya.

Malbatan afîşên bi nivîsa "Madimak Muzeya Şermê" daliqandin.

Di bîranînê de destpêkê xizma Seher Gulateş axivî ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Xizma Gulateş got, "Komkujiya Madimakê sûcê li dijî mirovahiyê ye û em ti carî qebûl nakin ku dem di ser re derbas bibe. Ji ber ku dem di ser sûcê li dijî mirovahiyê re derbas nabe. Ev der wê bibe muzeya şermê."

'RÛBIRÛBÛN DIVÊ BIBE, LÊBORÎN DIVÊ BÊ XWESTIN'

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bi bîr xist ku bi îdîaya 'dem di ser re derbas bûye' dosya dozê hatiye girtin û got, "Nepêkan e ku ev bê qebûlkirin. Ne tenê ji bo Komkujiya Sêwasê her wiha ji bo komkujiyên li Koçgirî, Dersim, Çorûm û Gaziyê jî canên Elewî li benda rûbirûbûneek heqîqî ne, li benda lêborîna fermî ne. Ev lêborîn divê bê xwestin. Me gelek caran gotin, em careke din ji vir destnîşan dikin. Divê li Meclîsê Komîsyona Rûbirûbûna bi Heqîqetê bê avakirin, di serî de Komkujiya Sêwasê ji ber sûcên li hemberî canên me yên Elewî û sûcên li hemberî mirovahiyê rûbirûbûn çêbibe û lêborîna fermî bê xwestin.

Em li ber Otela Madimakê ne. Canên me yên Elewî 33 sal in dixwazin ev der weke muzeya şermê bê ragihandin. Lê belê ev pêk nehat. Ji ber ku nehate xwestin ku rûbirûbûn bi vê heqîqetê re bê kirin. Me îro ji canên xwe yên Elewî, ji saziyên xwe yên Elewî agahî wergirt. Ew bi xwe îro li vir in, li pişt me ne, bi pratîkî tabeleya xwe daliqandin. Tabelaya 'Muzeya Şermê Madimak' li vir e, bi cam û dîwarê Otela Madimakê hatiye daliqandin. Ya ku divê bê kirn ew e ku ev yek bi rêyên fermî pêk bihata. Lê belê di wijdanê canên me yên Elewî de ev der muzeyeke şermê ye, hîn jî li benda lêborînekê ne.

Wekî din em dixwazin destnîşan bikin ku ti carî dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê naçe. Doza têkildarî canên me yên li Sêwasê jiyana xwe ji dest dan jî dozeke bi vî rengî ye. Li girtîgehan gelek girtiyên siyasî hene, extiyar in, nexweş in, rojek beriya jiyana xwe ji dest bidin têne berdan an jî li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Lê belê yên ku ji ber komkujiya Sêwasê girtî bûn, bi efûya taybet a Serokkomar hatin berdan. Nepêkan e ku ev yek bê qebûlkirin."

Ozgur Ozel piştre axivî û destnîşan kir ku Komkujiya Sêwasê divê wke sûcekî li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin. Ozgur Ozel got, "Heta ku dewlet vê derê weke muzeyeke şermê qebûl bike û 2'ê Tîrmehê jî weke roja şermê qanûnî bike, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. 2'ê Tîrmehê wê weke rojeke şermê bê bîranîn."

Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan jî diyar kir ku yên li Madimakê mirov şewitandin ew mirov in ku AKP ava kirin û anî ziman ku AKP bi salan xwedî li kujeran derket.