Cezayê darvekirina 'Celadê Enfalê' hat erêkirin
Dadgeha Temyîzê ya Federal a Iraqê cezayê darvekirinê yê ku ji Ajac el-Tikrîtî re hatibû dayîn, erê kir.
Dadgeha Temyîzê ya Federal a Iraqê cezayê darvekirinê yê ku ji Ajac el-Tikrîtî re hatibû dayîn, erê kir.
Serokê Dadgeha Bilind a Cezayan ya Iraqê Dadwer Seed Lamî, ragihand Dadgeha Temyîzê ya Federal a Iraqê cezayê darvekirinê ku berî niha li Ecac Tikrîtî hatibû birîn, erê kir.
Seed Lamî, diyar kir ku piştî vê biryarê, wê dosya Ecac Tikrîtî here ber destê serokkomar da ku biryarê erê bike.
Beriya niha Dadgeha Cezayên Bilind a Iraqê ji ber jenosîda li dijî Kurdan a li girtîgeha Nugre Selman, cezayê darvekirinê dabû Ecac Tikrîtî.
'CELADÊ ENFALÊ' KIYE?
Ecac Ehmed Tikrîtî ku weke ‘Celadê Enfalê’ tê naskirin, sala 1962’an li wîlayeta Selahaddînê ji dayik bû. Di sala 1986’an de ji Koleja Ewlekariyê ya Mîllî mezûn bû. Di dema enfalê de rêvebirê girtîgeha Nugre Selman a li parêzgeha Musena bû. Li wê girtîgehê Ecac Tikrîtî bi sedan şêwazên cuda yên êşkenceyê li dijî welatiyên Kurd pêk dianî. Piştî 37 salên di ser operasyonên Enfalê re derbas bûn, di 31’ê Tîrmeha 2025’an de li bajarokê Zuluiyeyê hate girtin.
Ecac Tikrîtî ji ber sûcên êşkence, birçîhiştinê, destdirêjiya li jinan û sûcdariyên din ên şer hatibû darizandin.