Senatorê Partiya Keskan a Awûstralyayê David Shoebridge komkujiya Şengalê xist rojeva parlamenta federal.
Axaftina senator David Shoebridge bi vî rengî ye:
"Di 3'ê Tebaxê de cîhan wê Roja Reş bi bîr bîne ku DAÎŞ'ê di sala 2014'an de wê rojê li dijî gelê Êzidî yê li Şengalê dest bi qirkirinê kir.
Bi hezaran Êzidî hatin qetikirin. Bi hezaran jin û zarok hatin revandin û di nava şert û mercên gelekî giran de weke kole hatin firotin. Yek ji rûpelên herî tarî yên dîroka modern bû.
Bi sed hezaran mirov ji ber tundiyê ji cih û warê xwe bûn; ji mal, xak û dîroka xwe hatin qutkirin. Niha jî têkbirina DAÎŞ'ê nayê wê wateyê ku ev travma yekser ji holê rabû. Hîn jî bi tirsa ji bûyerên sala 2014'an ên li nava civaka Êzidî dihesim.
Piştî demeke ji zêdeyî deh slan, civaka Êzidî hîn jî hewl didin ku bandora qirkirinê ji ser xwe biavêje. Gelek Êzidiyên li Sûriyeyê îro jî di nava tirs û rewşa nediyar de ne.
Guherînên siyasî, şerê ku dewam dike û hikumeta ku nû li Sûriyeyê ava bû, ji bo hin Êzidiyan bû sedema fikaran ku gelo paşerojê dikarin ewle bin an na.
Her çend rayedaran ragihandin ku wê hindikahiyên olî û etnîkî biparêzin, gelek Êzidî ji ber dîroka zilmê ya rabirdûyê û raporên cihêkariya li hemberî hindikahiyan a li hin herêmên Sûriyeyê bi fikar in.
Travmaya qirkirina 2014'an hîn jî bandorê li paşeroj û ewlehiya gelek Êzidiyan dike. Qirkirinê bandoreke iran li çand û civaka Êzidî kir.
Gund bi temamî hatin tinekirin, malbat ji hev hatin qutkirin û gelek kesên sax man jî bi travmayên psîkolojîk ên demdirêj ketin. Li gel van zor û zehmetiyan jî civaka Êzidî berxwedaneke hêja nîşan da."