Bîranîna Madimakê: Rizgarî bi tenê nabe!
Bi hezaran kes di salvegera 33'emîn a Komkujiya Madimakê de dimeşin. Di meşê de dirûşmên "Rizgarî bi tenê nabe, ya bi hev re ya jî ne yek ji me", "Kujer wê hesab bidin gel" hatin qîrîn.
Bi hezaran kes di salvegera 33'emîn a Komkujiya Madimakê de dimeşin. Di meşê de dirûşmên "Rizgarî bi tenê nabe, ya bi hev re ya jî ne yek ji me", "Kujer wê hesab bidin gel" hatin qîrîn.
Di salvegera 33'emîn a Komkujiya Madimakê de bîranîn tê lidarxistin ku di 2'ê Tîrmeha 1993'an de 33 rewşenbîr û hunermendên tevlî Şahiyên Pîr Sûltan Abdal bûbûn li Odela Madimakê hatibûn şewitandin û qetilkirin.
Li gel xizmên qurbaniyan, nûnerên rêxistinên Elewiyan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Serokê Giştî yê CHP'ê yê hilbijartî Ozgur Ozel, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî bîranînê bûn.
Beşdarên bîranînê li ber Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal li hev kom bûn. Piştre jî bi rengê kortejan ber bi Otela Madimakê ya berê ve meşiyan.
Di meşê de pankartên bi nivîsa "Ronahiya Sêwasê wê ti carî venemire" û "33 sal derbas bûn me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin" hatin hildan. Girseya gel dirûşmên "Rizgarî bi tenê nabe, ya bi hev re ya jî ne yek ji me", "Sêwasî ji bîr neke, nede jibîrkirin" û "Kujer wê hesab bide gel" qîriya.