Yuksel Mûtlû: Madimak hîn jî ne 'Muzeya Şermê' ye

Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû diyar kir ku li gel têkoşînan civaka Elewî û rêxistinên civakî yên sivîl jî Otela Madimakê hîn nebûye 'Muzeya Şermê'.

YUKSEL MÛTLÛ

Komkujiya Madimakê ya Sêwasê ku 2'ê Tîrmeha 1993'an qewimî, ne tenê li nava civaka Elewî li hişê hemû derdorên demokratîk ên li Tirkiyeyê şopeke kûr hişt. Ji şahidên wê demê Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû li ser mijarê axivî.

Yuksel Mûtlû destpêkê qala wê demê kir û got, "Baş tê bîra min. Wê demê li Enqereyê bûm. Dema ku agahiya li ser Komkujiya Madimakê hat, bajar weke ku sekinî. Rêxistinên civakî yên sivîl, demokrat, derdorên çep-sosyalîst, Kurd... Her kes ji bo şermezarkirinê li hev kom bûn. Hejandineke civakî rû da."

Yuksel Mûtlû anî ziman ku beriya komkujiyê atmosfereke tengezar hebû û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Du hefte beriya 2'ê Tîrmehê di çapemeniyê de kampanyayek dihate meşandin ku Azîz Nesîn timî dikir hedef. Bi hinceta ku pirtûka 'Ayetên Şeytan' a Salman Ruşdî weşand, li hemberî Azîz Nesîn antî propagandayeke mezin hatibû destpêkirin. Dema ku mirov îro li wê demê vedigere û lê dinere, dibîne ku ev yek işareteke eşkere ya ji bo êrişê bû."

Di dewama axaftina xwe de Yuksel Mûtlû ragihand ku Madimak di dîroka komarê de ne komkujiya destpêkê bû ku li hemberî Elewiyan hate kirin û got, "Nebû ya dawî jî. Piştî sala 1923'an Dersim, Zîlan û Koçgirî; piştre Çorûm, Mereş, Gazî, Meletî... Gelek komkujî hene ku di hişê civaka Elewî de bûn sedema birîneke mezin. Sala 1993'an dewletê rojekê tenê li bûyeran temaşe kir. Ne jenderme, ne polîs, ne midûrê emniyetê. Ti ji wan dest lê wernedan."

Têkildarî pêvajoya darizandinê Yuksel Mûtlû got, "Li hemberî 124 kesan doz hate vekirin. Beşek ji wan demekê girtî man û hatin berdan. Beşek jî reviyan derveyî welat. Beşek jî li Sêwasê man. Herî dawî bi efûya Serokkomar du kes bi hinceta temen hatin berdan. Di sala 2012'an de dem di ser dozê re bihurî. Halbûkî sûcekî rêxistinkirî bû. Dadgehê ev yek li gorî sûcê rêxistinî nekirxand û polîtîkaya necezakirinê careke din hate meşandin."

Yuksel Mûtlû bi bîr xist ku li welatên demokrasî lê nîne necezakirin lê heye û got, "Wê demê Serokwezîr Tansû Çîller got, 'Şukir ji Xwedê re tiştek bi gelê me yê çalakger nehat'. Vê gotinê nêzîkatiya dewletê bi şênberî raxist pêş çavan. Weke ku bixwaze bibêje, yên ku mirin 'dikarin bimirin'."

Yuksel Mûtlû ragihand ku ji bo Otela Madimakê bibe muze civaka Elewî û rêxistinên civaka sivîl gelekî têkoşiyan û got, "Lê belê Madimak hîn jî ne muzeya şermê ye. Demekê hewl dan otelê bikin cihê kebabê; li ser nerazîbûna civakê dest jê berdan. Ji Dersimê heta bi Roboskî hesabê komkujiyan nehate pirsîn. Her ku kiryar bêceza bêne hiştin dibe ku bûyerên bi heman rengî li cihekî din dubare bibin. Heta ku demokrasî û aştiya rasteqîn li Tirkiyeyê pêk neyê ev rîsk ji holê ranabe."