Ji Kom Muzîkê berhema 'Ji bo bîranîna Sêwasê'

Karê ku beriya niha di platformên dîjîtal de cih negirt, di salvegera 33'emîn a Komkujiya Sêwasê de ji aliyê KOM Muzîkê ve bi rengekî dîjîtal hate pêşkêşkirin.

KOMKUJIYA SÊWASÊ

Di salvegera 33'emîn a Komkujiya Madimakê de ku 2'ê Tîrmeha 1993'an li Sêwasê 33 rewşenbîr hatin şewitandin û qetilkirin, karekî girîng wşand.

Albûma 'Ji bo bîranîna Sêwasê' ku salek piştî komkujiyê ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve bi tevkariya gelek hunermendan hate amadekirin û diyarî rewşenbîran hate kirin ên di komkujiyê de hatin qetilkirin, li ser platformên dîjîtal hate weşandin.

Di albûmê de ku berhemên bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî hene, 10 hunermendan bi stranên xwe qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. Albûma bi navê "Werin Dostno: Ji bo bîranîna Sêwasê" ku sala 1994'an di bin sîwana Mazlûm Plak de hate çapkirin, piştî bi salan tevlî arşîva KOM Muzîkê hatibû kirin.

Albûma ku piştre li platformên dîjîtal cih negirt, di salvegera 33'emîn a Komkujiya Sêwasê de ji aliyê KOM Muzîkê ve bi rengekî dîjîtal hate weşandin.