ROJEVA 2'Ê TÎRMEHA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Alî Çagan ku 2'ê Tîrmehê li qatê destpêkê yê Otela Madimakê di nava agir û dû de şahidî ji gotinên dawî yên Hasret Gultekîn û wan kêliyên ku mirovahî bêdeng bû re kir, li ser rûbirûbûna civakî, lêgerîna edaletê û "bêdengiya mirinê" axivî.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan a Elmanyayê Enver Ûzûngelîş anî ziman ku hedefa esasî ya Komkujiya Madimakê ya Sêwasê daxwaza welatîbûna wekhev, çand û baweriya civaka Elewî, têkoşîna laîk û demokrasiyê bû.

Sîstema nû ya gumrukê ya li Xabûrê û guhertinên bacê yên li Iraqê, ew mijar jinûve xist rojevê ku tê gotin, wê di ser Qamişloyê re korîdoreke bazirganiyê ya alternatîf a ber bi Iraqê ve bê avakirin.

Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû diyar kir ku li gel têkoşînan civaka Elewî û rêxistinên civakî yên sivîl jî Otela Madimakê hîn nebûye 'Muzeya Şermê'.

Karê ku beriya niha di platformên dîjîtal de cih negirt, di salvegera 33'emîn a Komkujiya Sêwasê de ji aliyê KOM Muzîkê ve bi rengekî dîjîtal hate pêşkêşkirin.

Dr. Toros Korkmaz diyar kir ku şerê Rûsya-Ûkraynayê hevsengiyên li Qefqasyayê guhertine û da zanîn ku Êrîwan hewl dide rîska şerekî nû kêm bike lê belê fikarên têkildarî ewlehiyê berdewam dikin.